Mirov îsal dibin 8 milyar

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • Departmana Karên Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî (DESA) ragihand ku li gorî texmînên wan di 15'ê Mijdarê de nifûsa dinyayê wê bibe 8 milyar mirov.

Departmana Karên Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî (DESA) ragihand ku li gorî texmînên wan di 15'ê Mijdarê de nifûsa dinyayê wê bibe 8 milyar mirov.

Li gorî pêşbîniyên DESA'yê, nifûsa cîhanê di 15'ê Mijdarê de bibe 8 milyar mirov.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got, "Em li bendê ne ku nifûsa cîhanê bibe 8 milyar mirov. Di vê demê de girîng e em li berpirsyariyên xwe yên hevpar bifikirin."

Guterres got, "Ji bo pîrozkirina cihêrengiyê, ji bo naskirina mirovahiya me hevpar û ji bo dîtina bipêşketina li qada tenduristiyê ku temenê jiyanê dirêj dike, rêjeya mirinê ya dayik û zarokan kêm dike, firsendek e."

DESA'yê ragihand ku nifûsa cîhanê ji sala 1950'î û vir ve di rewşa herî lawaz de ye û texmîna wê dike ku nifûsa cîhanê sala 2030'î bibe 8.5 milyar, sala 2050'î bibe 9.7 milyar. Tê texmînkirin ku heta sala 2100'î bibe 10.4 milyar mirov.

Li gorî departmana Neteweyên Yekbûyî zêdebûna nifûsê di deh salên pêşiya me de zêdetirî nîvê heşt welatan pêk were. Ev welat, Komara

Demokratîk a Kongo, Misir, Etiyopya, Hindistan, Nîjerya, Pakistan, Fîlîpîn û Tanzanya ne.

Li gorî texmînên DESA’ê nifûsa Hindistanê wê di sala 2023’an de ji nifûsa Çinê jî derbas bibe û bibe welatê herî qelebalix ê cîhanê.

Nifûsa cîhanê di 31’ê Cotmeha 2011’an de gihiştibû 7 milyar kesî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.