Miracaetên Festîvala FîlmAmedê dest pê kirin

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Hezîran 2026 - 15:00

 

Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne” dê di 25 û 29ê îlona 2026an de 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li dar bixin. Bi boneya 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li Mala Kevirîn a Parka 75an a li navçeya Peyas a Amedê resepsiyonek hate lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyên Amedê, Dayîkên Aştiyê, endam û nunerên saziyên sivîl, siyasetmedar û gelek derhêner û sînemahez tev li resepsiyonê bûn. Di resepsiyonê de deklerasyona 10emîn Festivala Belgefîlman hat aşkerekirin.

Beriya deklerasyonê Serokê Daîreya Çand û Hunerê ya şaredariya Peyasê Yilmaz Guneş û Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar axivîn. Piştre metna deklerasyonê bi Kurmancî Derhêner û endamê Komeleya Sînemeya Rojhilata Navîn Metîn Ewr, Tirkiya wê jî li ser navê komîteya amadekar Gulan Mizgîn xwend.

Yilmaz Guneş anî ziman ku îro ji bo sînemaya Kurd hatin vê derê û got: “Di serî de rêheval, şoreşger, serîhildêr; Yılmaz Guney, Halil Dag, Firaz Dag bi kesayetiya wan de, li ser şopa heqîqetê, li ser sînemaya Kurdî, li ser çanda Kurdî kê ku bedelên giran dan, çûn ser dilovaniya xwe, em wan bi rêzdarî, bi hurmet li vê derê bi bîr tînin. Em ê şopdarên wan bin. Belê, ew kesayetiyên ku ji me re nexşerê diyar kirin, nexşerê bû, îro di serdema îro de bû aştiya civakeke demokratîk. Ev xebatên me, ji vê serdemê re xizmetê dikin.”

‘Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne!’

Piştre Metîn Ewr deklerasyona bi Kurmancî xwend, Metîn Ewr di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku şiyara festîvala wan ya îsal “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne!” û got: “Gotina ‘Em li vir in!’ daxuyandina israra di xwebûnê de û vîna wek xwe mayînê ye. Wek bajarê Amedê yê kevnare, wek bedenên Amedê, wek Çemê Dîjleyê, bi hezaran salan e ku em li vir in û em ê her tim li vir bin. Dara gûzê jî di bîra mirovahiyê de xwediyê wateyeke kûr e. Bi rehên xwe yên ku dev ji axa xwe bernadin, bi guliyên xwe yên ku ber bi siberojê ve dirêj dibin wek destekî ku bi biryar bi dahatûyê digire ye. Dara gûzê; ji bo wendayan navnîşanek, ji bo kesên bixwazin xwe bigihînin nirxên xwe yên bingehîn nîşaneke ku nayê guhertin û ji bo yên ku ji axa xwe hatine veqetandin jî hêviya ji nû ve avabûnê ye. Bi vî awayî em 10’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê didin destpêkirin.” 

Miracaet heta 20’ê Tîrmehê dewam dikin

Metîn Ewr di derheqê belge fîlmê de agahî dan û ev tişt gotin: “Dê îsal jî serlêdanên belgefîlm û projeyên belgefîlman bên pejirandin. Serlêdan dê di 12ê hezîrana 2026an de dest pê bikin û di 20ê tîrmeha 2026an de bi dawî bibin. Serlêdan dê bi rêya navnîşana festîvalê ya fermî ya bi navê www.filmamed.orgê bên wergirtin. Dîsa dê di heman pêvajoyê de serlêdanên kargehên sînemaya belgefîlman ên ku dê ji her kesî re vekirîbin, bên vekirin. Beriya Festîvalê dê xebatên kargehan ên girîng bên lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de dê projeyên belgefîlman bên nirxandin û piştgiriya çêkeriyê bê dayîn. Ligel vê yekê dê bi rêya panel û forûman nîqaşên têkildarî sînemayê jî bên kirin. Festîval dê ji çar aliyên cîhanê derhêner û çêkerên fîlman û her wiha gelek kesên hêja yên ji cîhana sînema, huner û wêjeyê bi gel re bîne cem hev.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.