- Şêniyên Kantona Minbiçê diyar kirin dewleta Tirk a dagirker zeviyên wan ên gênim û zeytûnan dişewitîne, ji bo ku zeviyên wan neşewitin ew bi şev li ber zeviyên xwe dimînin. Şêniyan bêdengiya qada navnetewî rexne kirin.
SÎLVA EL-IBRAHÎM/MINBIC
Di demekê de ku xwediyên zeviyên yên herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bende ne simbilên wan zer bibin ji bo biçinin, lê dewleta Tirk herêmên nêzî sînor topbaran dike dibe sedem ku zêviyên xelkê bişewite.
Şêniyên gundên kantona Minbicê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwe dispêrin çandiniyê weke herêmên din bi ceh û genim navdar e. Dema simbil zer dibin û dema çandiniyê tê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî wê dest bi topbaranê dikin, ev yek ji xelkên li gundên nêzî herêmên di bin dagirkeriya Tirk de dijîn cihê metirsiyê ye.
470 hektar erdên dexl û zeytûn şewitandin
Li gundewarên Bakur heta Gundewarên Rojavayê Kantona Minbicê nêzî 3 hezar û 60 darên fêkiyan û 2 hezar û 670 Hektar erdên baranê hene. Li gorî meclisa bajarokê El-Farat nêzî 250 hektar ji genim li gundê Îlan, rûbera 200 hektar darên zeytûnan, zêdetirî 35 hektar, li gundê El-Seyada, 25 darê fêkiyan û li gundê Boxaz jî 10 hektar erdên bi zeytûnan çandî şewitîne.
Tirk zeviyên me didin ber topan
Derbarê mijarê de ji gundê Boxaz yê girêdayî bajarokê Erîma ya li Rojavayê kantona Minbicê welatiya bi navê Ebîr Hemo ku dikeve gundewarên Bab ya dagirkirî got: "Her sal zeviyên me yên çandiniyê ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker a rastî şewatan tên, rûberên mezin ji erdên bi zeytûnan çandî jî rastî şewatan hatin, her wiha ji ber em rastî êrîşan tên nikarin derbasî erdên xwe yên çandiniyê bibin û sûd jê bigrin.”
Dronên Tirk em kirin hedef
Ebîr Hemo diyar kir ku carekê ji caran ew û malbata xwe hatin hedefgirtin û wiha dewam kir: "Mewsima zeytûnan a par dema em çûn nav erdên xwe em ji aliyê blafirek bêmirov hatin hedefgirtin û hevjînê min birîndar bû, em ji mirinê filitîn. Me gelek ked di ber darên zeytûnan yên rastî şewatê hatin daye, em 20 salan li wan miqate bûn, niha jî bi rengekî gelekî hêsan bi destê dewleta Tirk a dagirker dibe dûman.”
Em bi şev li ber zeviyan in
Ebîr Hemo wiha berdevam kir: “Em çotkar gelek rûberên erdên me yên bi ceh, genim û zeytûnan çandinî hene, di demên dawî de rûberên fireh ji erd û darên girêdayî gundê me şewitîn. Topbaran ranaweste û em gelekî ditirsin rûberên erdên me ên mayî jî bişewitin, ji ber wê em bi şev pê de li ber wan in ji bo ku neşewitin.”
Cîhan li ber zilma Tirk bêdeng e
Ji aliyê xwe ve Kefaa El-Ilêwî ya ji gundê Îlan ya girêdayî gundên bajarokê Erîma ya li ser xeta sînor bi herêmên dagirkirî re got: "Em ji ber topbarana dagirkeriya Tirk gelek azaran dikşînin. Niha dema çandiniyê ye. Ev topbaran dihêle erdên me rastî şewatên mezin werin. ‘’
Derbarê heman mijarê de Cemîla Ebd El-Qadir jî ku koçbereke ji bajarê Helebê ye û li gundê Îlan dimîne got,"Me gelek êş û azar ji kirîza Sûriyê dît, em ji cihekî koçberî cihekî din bûn. Îro roj jî em rastî topbarana dewam a dewleta Tirk a dagirker tên. Ji bilî wê jî cîhan hemû ji van binpêkirinan bêdeng e.” JINHA