Di ser koça hunermend Aram Tîgran re 12 sal derbas bûn. Aram Tîgran di 55 salên xwe yên muzîkê de bi dehan kaset çêkirin. Sala 2009’an di dema Mîhrîcana Çand û Hunerê ya 8’an a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de nerihet bû û di 8’ê Tebaxa 2009’an de di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Çendî Tîgran wesiyet kiribû ku cenazeyê wî li Amedê bê definkirin jî, Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê nehiştibû û li Burukselê hatibû definkirin. Hunermendan di salvegera koça Aram Tîgran de behsa wî kirin û gotin, “Wek beden ew ne bi mere ye lê muzîka wî tim li gel me ye.”

Bû dengê Kurdan

Ji dengbêjên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê Sidîqê Farqînî (Sitki Baran), diyar kir ku Aram Tîgran di muzîka Kurdî de xwedî rol û risteke pirr girîng e û got: “Hunermendekî pirr bandorker bû. Bavê Tîgran ev wesiyet lê kiriye; Kurdan em ji Komkujiya Ermeniyan xelas kirin, heya tu jî sax bî gere tu bi hunera xwe ji bo wan liberxwe bidî. Lewma em hem qîmetê didin wî hem jî didin hunera wî. Di muzîka Kurdî de xwedî cihekî mezin e. Li ser têkoşînê stran gotin. Ermenî bû, lê bi pirranî bi kurdî stran gotin. Bû dengê Kurdan. Ji hunermendên Kurd bêhtir doz û têkoşîna Kurdan anî ziman. Lewma ji bo me pir mezin û hêja ye.” 

Mînakeke berxwedanê ye 

Hunermend Mehmet Atli jî anî ziman ku Tîgran xwedî repertuareke berfireh bûye, “ “Xwedîderketina wî ya li zimanê Kurdî, dibe ku di warê dîtina netewperestiyê de bi problem be, lê di şertên awarte de, gava wekî çîrokên mirovên asayî bê mêzekirin, Aram mînakeke berxwedanê ye.” 

Manîfestoya aştiyê ye

Atli, gotina Aram Tîgran ya “Ji destê min bê ez ê hemû tang, top û çekên dinyayê kom bikim û ji wan tembûr çêbikim.” bi bîr anî û got, “Ev gotina wî wekî manîfestoyeke aştiyê ye. Bi awayekî sade bi muzîkê re jiya. Me li kulîsekê hev nas kir û got ez stranên te diecibînim. Ev yek, ez kêfxweş kirim. Ew bi şeş ziman dizanîbû û xwedî helwesteke mirovekî cîhanî bû. Bi ya min ev girîng in û di wesfê dersan de ne.

Kesên muzîka gerdîşî û gelêrî esas digirin, dê gelek tiştan ji Tîgran hîn bibin. Ez hîn bûm û hîna jî hîn dibim. Ez ji şîrovekirina stranên Aram hez dikim. Her wiha ez helwesta malbata wî ya di vî warî de jî pîroz dibînim û dibêjim mala wan ava be.”  MA/AMED