Keştiya binê deryayê Tîtan 3 tûrîst bi kaptanekî û xebatkarekî dibirin binê behrê, da ku tûrîst li Titanica beriya bi 100 salan noqî avê bûbû, bibînin. Şirketa OceanGate ev sefer organîze dikirin. Mesfrefên her seferê li gorî şirketê ji 250 hezar dolarî dest pê dikin. Yanî 3 tûrîst vê mesrefê didin. Di vê seferê de jî herî kêm tûrîstekî pirr zengîn heye: Hamish Harding. 

Bermahiyên keştiya Titanicê li dehma peravên St John, li devera Newfoundland a li Kanadayê hezar û 400 kîlometreyan dûrî peravê ye. Tîtanê jî gava li ser rêya xwe bû biçe wir, hew sînyal şandine ji navendê re. Li gorî pisporan tenê ji bo 3, herî zêde 4 rojan oksîjena her 5 kesên di keştiya binê deryayê Tîtanê de maye. Ji bo ku dakeve cihê bermahiyên Titanicê 2 saetan dadikeve binê behrê. Keştiya alîkar Polar Princê, kariya heta bi saetek û 45 deqîqeyan daketina Tîtanê bişopîne û paşê hew agahî jê girtine. 

Axir karsazekî Brîtanê yê li Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî dimîne, Hamish Harding jî yek ji tûrîstan bûye. Nasnameya kesên din ên di keştiyê de hîna nehatiye eşkerekirin, lewma rayedarên dibêjin, ew hîna malbatan agahdar dikin. 

Xebatên rizgarkirin û lêgerînê jî pirr zehmet in, lewma Titanic li binê behsa Pasîfîkê, di kûrahiya 3960 metroyan de ye, lê maşînên lêgerînê yên pispor ên berdest dikarin 600 ta 700 metroyan dakevin binê behrê.

NAVENDA NÛÇEYAN