- Li Sûdanê ji ber şerê du mehên bihurî, herî kêm milyonek zarok ji warên xwe bûne, 330 zarok hatine kuştin û 1900 zarok jî birîndar bûne.
Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) got, “Li Sûdanê ji ber şerê du mehên bihurî, herî kêm milyonek zarok ji warên xwe bûne, 330 zarok hatine kuştin û 1900 zarok jî birîndar bûne.”
Li gorî UNICEF’ê li Sûdanê pêdiviya 13,6 milyon zarokan bi alîkariya insanî heye.
Li gorî rapora dawîn a rêxistina civakî ya sivîl a bi navê ACLED’ê ji ber şerê li Sûdanê herî kêm 2 hezar kes hatine kuştin.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) jî got, herî kêm 2,2 milyon mirov ji warên xwe derketine û 528 hezar kes jî çûne welatên din û bûne penaber.
NAVENDA NÛÇEYAN