- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê mîhrîcana 2’yemîn a Şehîd Bawer bi dirûşma "Bi ciwanan em ê şerê gel ê şoreşger bi rêxistin bikin û garantiya şoreşa çandê bikin" li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê mîhrîcana 2’yemîn a Şehîd Bawer bi dirûşma "Bi ciwanan em ê şerê gel ê şoreşger bi rêxistin bikin û garantiya şoreşa çandê bikin" li dar xist.
Mîhrîcan bi beşdariya bi sedan şêniyên Kobanê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê li dar ket.
Beriya destpêkirina çalakiyan, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl got, dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê êrişên hovane li dijî çiyayên Kurdistanê dike û wiha dewam kir: "Ji bo bersivdana van êrişan, ji gel tê xwestin ku xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike, bi taybet jî ji ciwanan tê xwestin ku li hember şerê taybet bisekinin."
Dûvre hunermend Lêgerîn stran bi Kurdî û Îtalî pêşkêş kirin, piştre koma ciwanan a dîlanê, dîlana gerîla gerand. Her wiha koma şano ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner, şanoyek li ser xiyaneta li dijî Rojava di çarçoveya şerê taybet de nîşan da. Koma Ebû Wehîd jî şanoyek li ser xiyaneta li dijî gerîla ya hêzên PDK’ê û hewldanên dewleta Tirk ên pêkanîna şerê navxweyî, pêşkêş kir.
Di dawiya mihrîcanê de li ber stranên Mueyid Şewîş, govend hat gerandin.
ANHA/KOBANÊ