Bernameya 21'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzûrê ku di 3-6' ê meha Tebaxê de li Dêrsimê bê lidarxistin, hat eşkerekirin. 

Bernameya mihrîcana ku dê bi dirûşma "Em li dijî talankirina madenan, xweza û jiyanê diparêzin" ji aliyê Komîteya Amadekar a Mihrîcanê ve li Şaredariya Dêrsimê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hat eşkerekirin.

Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu derbarê mihrîcanê de got: “Hemû serlêdanên me yên ji bo destûrê hatine kirin. Me tu bersiv negirt, lê em difikirin ku mihrîcan dê were lidarxistin. Bila mihrîcan ji xelkê Dêrsimê û dostên Dêrsimê re pîroz be." 

Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Ozkan Tacar di civînê de axivî û got: "Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzûrê bi bernameya îsal veguherî mihrîcaneke navneteweyî. Mihrîcan dê 4 rojan bidome. Ji ber vê yekê em bang li hemû Dêrsimiyan û dostên Dêrsimê dikin ku tevlî mihrîcanê bibin."

JINNEWS/DÊRSÎM