Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê bi Desteya Çandê ya Herêma Firatê re salvegera yekemîn a hunermendên Mihemed Xelîl Xazî û Hafiz Kor bi bîr anî.

Merasîma bîranînê li qada Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi beşdariya xelkê bajêr û nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hat lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, dû re Cîgira Hevserokatiya Desteya Çandê ya Herêma Firatê Rûdîn Yûsif axivî û got, her du hunermend stranên folklorî û gelêrî pêşkêşî gelê xwe kirine û jiyana xwe xistin xizmeta folklora Kurdî.

Li aliyekî din jî li ser navê hunermendên Kobanê Kamil Hesen axivî û got: “Dema hunermendek ji nav me diçe û jiyana xwe ji dest dide, gelê Kurd tevahî diêşe. Her wiha van her du hunermendan jî xizmeteke mezin ji hunerê Kurd re kirin.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser jiyana her du hunermedan Hafiz Kor û Mihemed Xelîl Xazî hat pêşandan. Li dawiyê, 18 hunermendên Kobanê 17 stranên folklorîk û gelêrî stran û diyarî giyana her du hunermendan kirin.

 ANHA/KOBANÊ