• Meşa te ya li ser keviran jî hinek ji vê heskirinê dihat û te hewil dida xwe bigihînî keviran hemûyan.

Zehra TUNÇ


Weke çivîkan tu di ser keviran re dibeziyayî. Enerjiya hezarê salan a ji dîroka Bradostan di wan keviran de kom bûye û her ku tu lingê xwe davêjê ser, bi rewaniya ruhê te re dibin yek, hîn zêdetir bi wate dibin, ji bo wê wiha bi lez di ser re derbas dibû.
Hevalên te timî qala bedewiya çavên te, liv û tevgera te, herî zêde jî meşa te ya weke pezkoviyan dikin. Li gorî hinekan tu weke pezkoviyan di ser keviran re dibeziya û hinekan jî meşa te şibandine meşa çivîkan. Dibêjin, di meşê de lingê te erd nedigirtin, weke ku bifirî bi sivikahiyeke weke ya çivîkan lingê xwe radike û datîne. Hema di kêliyên meşê de çi ajalên meşa wan sivik û jêhatî hatine bîra hevalan, tu şibandine wan.
Her kêliyek jiyana te bibîranîneke vehesayî ye di bîra hevalên te de. Jixwe, nasnavê te diyar e, Aslanê biçuk di xezîneya hemû hevalên te yên rêwîtiyên dirêj de dîmenek bedewiyê hêlaye. Her ku di sohbetan de navê te tê hildan, gotin li pey hev weke rêzên helbestan lihevhatî ji nava lêvên hevalan diherikin û dirêj dibin. Weke temamkerê hev hê yekê gotina xwe neqedandî, yeke dinê dewam dike û dibe heya wan bibîranînên we yên bi hev re di şiverêyên teng ên Zagrosan de. Wisan xuya ye liv û tevgera te ya bêtebat tê ber çavê wan ji bo wê ye, kenek nepenî li ser rûyê wan xuya dike di dema vegotinê de.
Ji sohbetan diyar e, di meşên dirêj ên şevan de timî çav li ser gavên te yên biçuk û bi lez bûne. Dibe ku di wan meşên dirêj de yên qet dawî li wan nedihat, hinek caran hevalên bedena wan li ber bayê zozanan ê hênik vehesanek demkin dixwest û çavê wan dixwest xelmuşî bibin, xweziya xwe bi te anîbin. Ji ber ku tu ewqasî bi ahengeke xweş li ser keviran bilez diçûyî, weke ku lingê te ji wan nagire, wiha bi nazikî derbaz dibûyî.
Di rawestgehên bêhnvedanê de jî çav hatine ser bejna te ya biçûk a lihevhatî û rengîniya çavên te. Çawan her yekê meşa te şibandiye lezên watedar, bi heman şêweyî, rengînî û dewlemendiya hundirê çavên te jî şibandine gelek tiştên cuda. Ji nirxandinên ser çavên te diyar dibe ku bedewiya giyanê çawan xwe di çavan de nîşan daye. Ji bîranînên hevalên te diyar e, di meşên dirêj de timî tu biçûkê gelek ji temenê xwe mezintir û heskiriyê li ber dilê hemûyanbûyê.
Bawer dikim kalikê te pê dizanî ku wê bibî çîrokek li herêma Bradostê, ya dawî lê nehatî, ji bo wê navê qehremanê yek ji çîrokên navsera rêzeçiyayên Zagrosan yên herî bibandor, Cembeliyê kurê mîrê Hekariyan li te kir. Ew dengbêjê destanên Kurdî yên li gorî çand û jiyana civakî lihevhatî bû, û bi heman nêrînê nav li zarokan dikir. Çavên te yên mexlutî ku gelek rengê jiyanê tê de kombûyî dixwend û li gorî pêşdîtinên xwe navek wiha li te kir. Jixwe, dibêjin her mirov hinekî dişibe erdnîgariya lê mezin bûye û hinekî jî dişibe navê xwe. Bedena te ya biçuk û lihevhatî li gorî her du wateyan jî dagirtîbû. Bedewiya rewanî li gorî temenê te û bedena te ya biçuk gelek zêdebû. Dibe ku ji wê be tu ewqasî bi lebat bûyî, û hedan û westan ji te re nebû.
Pezkuvî û guldaxwînên herêma Bradostê nikarin li devereke din bijîn, ew tenê ji bo wê axê ne. Tu jî dişibiya wan û li deverên asê yên herêmê jiyayî. Te kelecaneke mezin ji her bostek axa wê, nal, newal, kevir û zinarên wê yên asê digirtin. Ew jî bi vê heskirina te dihisiyan û hembêza xwe li te re vekiribûn. Meşa te ya li ser keviran jî hinek ji vê heskirinê dihat û te hewil dida xwe bigihînî keviran hemûyan. Dibe ku enerjiya hezarî salan a dîroka Bradostan di wan keviran de kom bûye û her ku tu lingê xwe diavêjê ser bi rewaniya ruhê te re dibin yek û hîna zêdetir bi wate dibe, ji bo wê wiha dilezî û dixwazî xwe bigihînî keviran hemûyan. Wê herikîna enerjiya erênî tu ber bi xeyalên kûr ve dibirî, di nava xeyalan de bedena te sivik dibû û lingên te hîna zêdetir bi lez diçûn û dihatin. Weke rîtm û awazekê di tarîtiya şevê de ne dengê lingan ne jî dan û sitandina nefesê dihat bihîstin tenê kifşê te diyar bû. Meşa gerîla jî timî bi şev e, her çendî roj jî bihesreta dîtina wê ahenga we ya xwezayî ye, lê pirranî hûn mêvanê şevê û bi roj jî veşartî ne. Di çûyîna bê veger de jî bi heman lez û sivikahiyê ji hevalên xwe veqetiyaye ji bo peywirekê bi xatirxwestineke kin çuye, lê careke din li wan venegeriyaye.

 

* Ev nivîs ji bo Aslan (Cembelç Tunç) ê sala 1986´an li Mijînê (Qilaban/Şirnex) hatî dinê û 14´ê Tebaxa 2002´yan li Garê şehîd bûyî hatiye nivîsîn.