Meryem Xan di navbera berê û niha de

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 7 Hezîran 2021 - 03:25

Vê pêlê li qeydiyên kevin ên Meyrem Xanê guhdarî dikim. Di çarçoveya projeyekê de transkripsiyona (ji hev derxistina deng û nivîsîna wî li ser kaxezê) wan hatiye kirin. Ez jî lê dinihêrim û pêdihisim, dewamîbûna ziman çiqasî muhim e. Gava li deverekê qut bû, li cihekî derz ket wê dewamîbûnê, êdî em ji hev fêm nakin. Êdî ew ziman û ev ziman ne yên hev in. Di cih de wilo li cihê xwe nebêjin ev çi heleman in. Min niyet e, heta ji min tê xwe jî û yên bixwînin jî serwext bikim. 

Min got xwe jî serwext bikim, ji ber ku tişta pêşî bi min re peyda bû hîsek bû. Zarokên karê transkrîpsiyonê kirine, Kurmanciyê bi kar tînin, ev diyar e. Bi Kurmancî dizanin, heta xweş jî dizanin, lê mesele tiştekî din e êdî. Yan jî ji ber ku piştî hisa bi min re peyda bû, ez li ser mijarê fikirîm û pê daketim, ez wisa dihizirim. 

Naxwe mesele çi ye, çi îhtîmal hene? Min mesele bir û anî û ya bi min ne dûrî aqilan e jî ez dikarim ha halo behsa wê bikim. Ev zarokên (Ji ber ku ji min ciwantir in, dibêjin, naxwe ti niyeteke min a xirab nîne) hanê, hem bi Kurmancî dizanin û hem jî pê dinivîsin, yanî xwendeyê Kurmanciyê ne. Îro gava rojnameyekê, kovarekê bixwînin, gava li bernameyeke radyoyê bihisînin, li filmekê, li şanoyeke bi Kurmancî temaşe bikin, bi rehetî jê fêm dikin. Lê gava li stranên kevin guhdarî bikin, yan jî li qeydiyên çîrokên kevin, gelek tiştan ji hev dernaxin. Ev gelek tişt jî ji bo naveroka mijara pê daketine, ya rastî heyatî ne. 

Mesele ne ew e ku gotinek, peyvek şaş bê fêmkirin û hêdî hêdî biguhere. Ev pêvajoyeke xwezayî ye. Lê gava em behsa projeyeke transkrîpsiyonê dikin, em behsa destwerdaneke ji derve dikin. Ev destwerdan dikare ilmî be, yan jî tenê bi armanca parastinê be jî. Yanî ew pêvajoya guherînê êdî ne li gorî adetê diqewime. 

Vêca gava min behsa adetê kir, ez meseleyê dewam bikim bi adetê. Di nod salan de guherîna zimên jî ji adetê ye, tiştekî xwezayî ye. Lê ev bi tesîrlihevkirinên pirralî, bi demê re û helbet bi hemdê xwe diqewime.

Gava bi hemdê xwe diqewime, mirov li dengekî beriya 90 salan bihisîne jî ji hev derdixe, ji ber ku li paşxana wî zimanê guherî hîna deng û sewtên ya guherî dengvedidin. Rojane neyên bikaranîn jî peyv, biwêj û awayên sazkirina hevokan ên "berê" di bîra "niha" de ne. Hingê kesên nihayê, weke berê nepeyivin jî, ew berê hîna parçeyek ji wan û bîra wan e.

Lê çi hatiye serê Kurdên Bakur û pê re jî serê van ciwanên transkrîpsiyon kirine? Ez li ser vê jî hizirîm. Ew girêdana di navbera "berê" û "niha" de yan bi temamî hatiye birrîn, yan jî gelekî hatiye qutkirin. Siyaseta asîmîlasyonê ji destpêka Komara Tirkiyeyê ve heye. Yanî mesele tenê siyaseta asîmîlasyonê bûya, diviyabû em ji bo tevahiya nifşên îro sax bibêjin, pira di navbera niha û berêya wan de qut bûye. Lê em behsa wan nifşan dikin ên ku zarokatiya wan teqabilî piştî nîvê salên nodî dike. Yanî destwerdana ji derve diyar e hingê yan karakterê xwe guherî yan jî encamên wê ji ber tiştinan guherîn.

Hingê ya li Bakurê welêt qewimî li aliyekî şikestineke hişk a awayê civaka heyî bû. Şewitandina gunda, valakirin, koçberkirina bi darê zorê, ji ber siyaset û şertên mêhtingeriyê reva ji ber aboriya xirab û wekî din, hemû ketin ser hev. Kulliyatên metnên devkî, awayên peyivînê (speech arts), mekan û derfetên ragihandina civakî û her tişta elaqedarî wan yan ji binî ve guherîn yan qismî tine bûn. Vê qutbûna hişk xwe di dewamîna guherîna zimên de jî daye der û çawa min bi vê nimûneyê hîs jî kir, tesîreke gelekî mezin kiriye. 

Lê ev proje û projeyên weke vê jî dikarin ji vê anomaliyê, ji vê qutbûnê encamên wê re bibin derman. Ji ber wê karekî pîroz e û ji ber ku sê caran tê kontrolkirin jî, dibe ku berê û niha bigihîne hev yan jî tayê di navbera wan de ziravbûyî, stûrtir bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.