- Ji Menal Jiyan a 6 salî heta bi dikandaran, ji Dersimsporê heta bi şaredariyan, li Elmanyayê her kes ji bo mexdûran alîkariyê berhev dike.
BERDAN DOGAN / HAKAN TURKMEN
Xebatên ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re li seranserê Elmanyayê dewam dikin û berfireh dibin. Hejmara dezgehên alîkariyê zêde dibe û qutiyên alîkariyê li dikanan tên danîn, şaredarî tevlî alîkariyê dibin.
Li eyaleta Sachsenê li bajarê Zwickauyê, keça Hikmet Oguç a 6 salî Menal Jiyan û kurê wî Ferhat Gewro, tevî bavê xwe li ber dezgeha alîkariyê disekinin. Hikmet Oguç dibêje, kurê wî Ferhat jê re gotiye, “Bavo, min pereyê xwe dan, lê em alîkariyê jî berhev bikin.” Piştî wê, ev bûn 6 roj ku ew dezgehê datînin. Menal jî dibêje, “Birayê min perê xwe da, ez ê jî xerciya xwe bidim. Ez dixwazim ji zarokên li Kurdistanê re lîstokan bikirim.” Hikmet Oguç dibêje, piştgirî gelekî muhim e û wiha dipeyive: “Ciwanên Elman jî tên, pereyê di berîka xwe de didin ji bo alîkariyê.”
40 hezar euro berhev kirin
Li Berlînê Maseya Krîzê li Hermannplatzê 3 rojan dezgeh danî û 40 hezar euro alîkarî ji xelkê berhev kir. Ecevit Taşti tevlî van xebatan bû û dibêje, “Me ji kesên di meydanê re bihurî behsa felaketê kir. Em bi heman rengî diçin cem dikandaran jî.” Agir Başûr jî dibêje, ciwan û zarok elaqeyê nîşanî kampanyaya wan didin û wan heta niha 40 hezar euro alîkarî kom kiriye. Ji bilî vê alîkariyê gelek qutiyên pereyan hene yên ku hîna pereyên di nava wan de nehatine hejmartin. Li paytexta Elmanyayê Berlînê wê her hefte 3 rojan (Duşem, Çarşem û Înê) dezgeh bê danîn.
Qutiyên alîkariyê datînin dikanan
Komeleya “Varto Der”ê jî ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re xebatan dike. Ji endamên komeleyê Atilla Guneşer dibêje, “Me 6 palet alîkariya xêrxwazekî gihand Hatayê. Em alîkariya neqdî jî berhev dikin. Me qutiyên alîkariya bi mexdûrên erdhejê re danî cem dikandarên Kurdistanî û Tirkiyeyê yên li eyaletên Hessen û Rheinland-Pfalzê. Her dikanê jî alîkariya xwe kir. Niha hewldanên me hene em li ber zincîrên hin supermarketan dezgehan deynin.”
Dersimsporê alîkarî kir
Tîma Dersimsporê ya li bajarê Elmanyayê Russelsheimê jî ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kir. Dersimsporê 17 hezar euro gihandin malbatên Vartoyî yên li Skenderûnê.
Li komeleya Navenda Çanda Elewî (AKM) ya Hochtaunesê ya li semta Frankfurtê Oberurselê, di kombûna taştêyê de 11 hezar û 500 euro hatin berhevkirin. Şaredara Oberurselê, Antje Runge jî di kombûna taştê de got, ew amade ne derfetên xwe ji bo alîkariyê bixin dewrê: “Hesabê bankeyê yê ji bo alîkariyê û koma berhevkirina alîkariyê wê bi lez bikevin dewrê.”
Kurd ne tenê ne
Linkes Zentrum Freiburg (LÎZ) jî dezgeheke xwarinê danî û alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê berhev kir. Ji LÎZ’ê, Sarahê got wan karî mîqdara ku armanca wan bû berhev bikin: “Miletê kurd tenê hiştin. Di rewşekê de ku alîkariya bi mirovan re diviya li pêş be, rêyên ragihandinê jî hatin qutkirin. Em li cem gelê Kurd in û em ê alîkariyê ji bo wî berhev bikin.” Wê da zanîn ku ew ê alîkariyê bigihînin Heyva Sor a Kurdistanê.
Dahata kaseyê da Heyva Sor
Li eyaleta Rheinland-Pfalzê, li bajarê Bad Kreuznachê, Salih Erbîl, dahata kaseya xwe ya rojekê, hezar û 250 euro dan mexdûrên erdhejê: “Dewleta Tirk xelk di bin xirbeyan de hişt. Em ê alîkariya xwe bidin Heyva Sor a Kurdistanê.” Wî bang li dikandaran kir da ku mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê tenê nehêlin.
Hesabê HSK´ê li ser malpera şaredariyê
Li eyaleta Elmanyayê Bayernê, li bajarê Aschaffenburgê, şaredariyê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Şaredar Jurgen Herzing got, “Em bi hizr û duayên xwe li cem mexdûrên erdhejê ne. Em bi wan kesan re ku her tişta xwe ya bi qedr û qîmet ji dest dane. Em li cem xelkê Aschaffenburgê ne yê ku nas û xizmên wan di erdhejê de mirine.” Li ser malpera şaredariyê bang hat kirin da ku xelk alîkariyê bide mexdûran. Ji bo alîkariyê jî agahiyên hesabên bankeyê yên Heyva Sor a Kurdistanê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Yekîtiya Doktorên Sînornenas hatin parvekirin.