Li Mêrdînê dema mehsereyê, çinînan tirî û çêkirina dimsê, îsal jî mîna her sal dest pê kir.
Li gundên Mêrdînê, dema mehsereyê dewam dike. Gundiyên li van gundan, dest bi çinîna tiriyê “Mezrone” yê kir. Tiriyê “Mezrone” ku bi tama xwe ya bêhempa li herêmên Mêrdîn û Êlihê çêdibe, piştî çinînê dibe dims. Li gundên ku di heman demê de, amadekariyên xwarinên zivistanê jî tên kirin. Li aliyekê distên dimsê dikelin û li aliyê din jî, hêjîrên ku di havînê de zuwa dibin, ji bo xwarinê tên amadekirin.
MA/AHMET KANBAL