BERDAN DOGAN/FRANKFURT
Saziya alîkariyê ya navneteweyî Medico International, ji bo mexdûrên erdhejê dest bi kampanya alîkariyê kir. Alîkariyên ku ji ser Medico International tên komkirin, wê ji rêxistinên civaka sivîl ên li herêmên erdhej lê çêbûne re werin şandin û ji bo welatiyên bi cih, birçû û tî werin xerckirin. Medico herwiha wê li Sûriyê li herêmên ku ji erdhejê bandor bûne, piştgiriyê bide çêkirina bajarên konan.
Medico Internationalê destnîşan kir ku dewletê di dema xwe de û di asteke têr de alîkarî nedaye herêmên erdhejê û got; "Mirov ji vê yekê fêm nake, ji bo çi hîn negîhiştine hin herêm, qad û gundan. Ji bo çi ekîbên alîkariyê neçûne van deveran. Di demeke nêzî hilbijartinan, weke hercarê herêmên Kurdan rû bi rûyê zext û kiryaran e."
Medico bal bire ser wê yekê ku divê xebatên rizgarkirinê û rakirina kavilên avahiyên xerabûyî divê ji aliyê ekîbên pispor werin kirin û got;’’Birînên vê travmaya xedar wê bi mehan heta bi salan werin pêçan. Ev jî zehmet e.’’ Destnîşan kir ku lazime kampanyayeke piştgiriyê ya demdirêj were birêvebirin.
Rayedarên Medicoyê bal birine ser girîngiya alîkariya neqdî û gotin; "TIR tên asteng kirin û ji aliyê AFAD’ê ve nayên qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê mirov alîkariya madî bidine rêxistinên civaka sivîl."
Di daxuyaniya Medicoyê de hate gotin;’’Em piştgiriyê bidin kampanyayên alîkariyê yên madî.’’Bang hate kirin û hate gotin;’’Em ji ser medya dijîtal û amûrên ragihandinê yên din, kampanyayan parve bikin û mezin bikin.’’
Hûn jî dikarin ji ser hesabê li jêr alîkariyê bidin Medicoyê:
Medico international e.V.
IBAN: DE69 4306 0967 1018 8350 02
BIC: GENODEM1GLS
GLS Bank
Stichwort: Nothilfe Erdbeben
Ji bijîşkên Kurd bang
Tora Akademîsyenên Kurdistanî (Kurd-Akad), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewrûpayê (KCDK-E) û Komîteya Tenduristiyê ya Kurd jî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê hatin ba hev. Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn û ev peyam hate dayîn;’’Em ê tevlî kampanyayên alîkariyê ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê û Medico International hatine destpêkirin bibin û ji bo mezinkirina kampanyayê bixebitin.’’