Meclîsa Kurecîkê ya Navneteweyî hate avakirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 7 Hezîran 2022 - 04:21

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi beşdariya 100 delegeyan Kongreya Damezrîner a Meclîsa Kurecîkê ya Navneteweyî hate lidarxistin. Xelkê Kûrecîkê yê li gelek welatên Ewrûpayê, nûnerên ji Tirkiye û Kurdistanê beşdarî kongreya damezrandinê bûn. Di kongreyê de ku Mahmut Canaydin axaftina destpêkê kir, Parlamentera berê ya HDP'ê Besîme Konca, Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz, nûnerê Weqfa AK-EL'ê Sacît Akdemîr û li ser navê Komeleya Kurecîkê Mustafa Duman axivîn. Meclisa ku wê pirsgirêkên Kurecîkê û projeyên girêdayî Kurecîkê bişopîne, li dijî tinekirina ekolojiya Kurecîkê jî wê têbikoşe.

KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.