- Li Misra Kevin ji bo gelek hesabên matematîkê, çi muhendîsiya mîmarî û çi jî ji bo salnameyan, mirovan serê xwe pir pê êşandine û bersiv dane wan. Di encama yekê ji wan de hejmareke pirr nêzîkî pî ya matematîka îro jî derketiye holê.
Matematîk weke gelek ilmên din ên mirovan li Rojhilata Navîn xasma jî li Mezopotamyayê bi pêş ketin. Hem li ser kevalên kevin ên Sumerî û Akadî mirov dibîne, gelek pirsên matematîka modern hingê jî mirovan serê xwe bi wan êşandine, û hem jî li ser kîtabe û papîrusên Misra Kevin mirov heman tiştê dibîne. Em ê di vê dosyayê de behsa matematîka Misra Kevin bikin. Em behsa wê matematîkê dikin ku ji beriya 3 hezaran beriya mîladê heta 300 beriya mîladê li Misrê hatiye bipêşxistin û bikaranîn; yanî heta wê dema ku Skender Misr dagir kir. Di matematîka Misra Kevin a hejmarî de em dibînin ku ew carkirinê (carandin), parkirinê (parandin) û kesrê pirr bi kar tînin.
Fêmkirina me ya îro li ser matematîka Misra Kevin xwe disipêre çend begeyên nivîskî (bi pirranî papîrus) yên heta îro mane. Em bi xêra wan dizanin ku ilmê matematîkê yê Misra Kevin ji têgehên geometriyê agahdar bû, yên weke diyarkirin û hesabkirina mezinahiya rûyê zemînekî, hecmên şiklên sêalî yên ku ji bo muhendîsiya mîmariyê, û têgehên cebirê yên weke rêbaza pozîsyona şaş û hevkêşeyên çarçikî.
Delîlên pêşî yên bikaranîna matematîkê li Misra Kevin heta bi 3200´î beriya mîladê diçin. Nîşanên li ser diranê fîlan ên di tirba U-j li Abydos de hatin dîtin, hin ji wan diyar e ku hejmar in. Di hejmaran de ku bi delîlên din jî piştrast dibe, ew sîstemeke dehan bi kar tînin, çawa bi hejmarên li ser Serikê Topizê Narmer hatiye dîtin: 400.000 ga, 1.422.000 bizin û 120.000 dîl/hepsî.
Belgeyên cihê
Belgeya bi rastî ya bi pirsgirêkên matematîkê dadikeve, ji xanedana 12´an e yanî ji 1990 heta 1800´î beriya mîladê. Papîrusa Matematîkê ya Moskovê, Rulo ya Çermî ya Matematîka Misrî, Papîrusa Matematîkê ya Lahunê ku beşek e ji Koleksiyona Papîrusên Kahunê û Papîrusa Berlînê 6619 hem û ji vê serdemê mane. Herçî Papîrusa Matematîkê ya Ahmes* e, ji serdema duyem a navîn maye (teqrîben 1650 beriya mîladê), lê ji bo wê jî tê gotin, ew xwe disipêre nivîske kevin a ji serdema xanedana 12´an.
Papîrusa Matematîkê ya Moskovê û Papîrusa Matematîkê ya Ahmes li ser metnên pirsên matematîkê ye. Di wan de hejmarek pirsên matematîkê û bersivên wan hene. Dibe ku mamosteyekî yan jî xwendekarekî serê xwe bi pirsgirêkên tîpîk ên matematîkê re diêşîne, ew nivîsandibin.
Sedemên matematîkê
Ji bo Misriyên Kevin gelek sedemên bipêşxistina matematîkê hebûn. Yek ji wan çawa me li jor behsa wê kir, muhendîsiya mîmariyê bû. Lê ji vê li pêştir, çandinî û sal û werz in. Cotyarên Misra Kevin diviyabû zanibin, kengî ava Nîlê bilind dibe, kengî lehî radibe, kengî şilî kengî hişkesalî ye da ku li gorî wê xwe amade bikin û karê xwe bikin. Ji ber wê jî wan xwe bi xwe hînî astronomiyê kir. Rahibên wê jî teqwîma kevin a Misrê bi pêş xist.
Em dizanin ku matematîkvanên Misra Kevin hin nîşanên taybet bi kar anîne ji bo kesran. Nivîskaran tablo bi kar anîne da ku bi van kesran re miamele bikin. Nexasim roloya çermî ya li jor me navê wê bir, reqemên bi kesr hene û ew jî encamên ji daneheva reqemên din ên bi kesr in. Heta di Papîrusa Ahmes de tabloyên ji bo nîşandanê yên reqemên bi kesr hene. Van tabloyan destûr dide nivîskaran ku her kesrê bi rengê daneheva reqemên bi kesr ji nû ve binivîsin.
Pî ya Misrê
Pî di matematîkê de ji bo hesabkirina xelek û giloveran gelekî muhim e. Di Misra Kevin de jî em dibînin, hejmareke teqrîben 3,16 (Pî 3,125 e) ji bo hesabên xelek û giloveran kirine. Axir ev hejmar li cem wan tam 256/81 e.
Di belgeya Papîrusa Ahmes de 87 -hersêkê dawî kêm in û dibe ku ne pirs jî bin - pirsên matematîkê hene. Pirsa 50´î bi hesabê ji bo xelk û giloverê dadikeve. Pirsa wê kişfkirina mezinahiya rûberê gilovereke bi çapa 9 xet (xetek qederê 52,3 metroyan e). Bersiv wisa ye:
Ji çapê 1 tê kêmkirin û 8 dimîne (ji ber ku hesabê ku xelekek ji çarçikekê teqrîben ewqasî piçûktir e, hatiye kirin û bi ev jî bi heştgoşeyekê hêsankirî hatiye kirin). Ya mayî tê 8 carî kirin = 64. Ji ber vê jî mezinahiya rûberê 64 setcat e.
Ji çapeke giloverekê gava 1/9 (2r) tê qutkirin û ya dimîne: 2r-1/9 (2r) = 8/9 (2r), gava ku em vê diqulibînin hesabekî bi çarçik, ew jî dibe hesabê rûberekê: (8/9 x2r) x (8/9 x2r). Gava em vê besît dikin, ya li ber destê me 256/81 x r´ya bi çarçik dimîne. Ev jî ne dûrî pî ya me ya îro ye.
* Niha li British Museumê ye. Ji ber ku Alexander Henry Rhind sala 1858´an ji bajarekî li ser Nîllê kirî, bi awireke oryantalîst, ji vê papîrusê re ya Rhind jî tê gotin. Lê nivîskarê wê tê nasîn û navê wî Ahmes e. Nivîskar ev nav li papîrusa xwe kiriye: Rêyên xwe gihandina rohniyê ji tiştên tarî hemûyan.
NAVENDA NÛÇEYAN