Nobeda Azadiyê ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re hate destpêkirin, di hefteya 456'an de ye. Her hefte komek ji Kurd û dostên wan ên li devereke Ewropayê dibe nobedar. Nobedarên vê hefteyê jî koma ji 3 kesan a ji bajarê Mantes la Jolîe ya Fransayê ye.
Çalakgerên hefteya 456'an Kurdên bi navê Yûsûf Karataş, Dîno Madî û Seyfettîn Bîngol e. Yûsûf Karataş bi navê komê axivî û got, "Rêberê me axa mirî ji ser gelê Kurd rakir. Ew nebûya, tiştekî bi navê Kurdan nedima." Karataş destnîşan kir ku Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e.
Karataş got, "Ji ber tenduristiya Rêberê xwe em bi fikar in. Divê dewleta Tirk fêhm bike. Rêbertî ji bo Kurdan xeta sor e. Divê CPT bikeve dewrê. Saziyên Ewropayê divê nebin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê. Divê tavilê Rêberê me karibe parêzer û malbata xwe bibîne."
STRASBOURG