Man û man manûnemana ziman

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 15 Gulan 2022 - 22:12

  • Di zarokatiya min de, carinan ji bo lîstikê û carinan ji bo acizkirinê, zarokan li ser navên hev çend bend çêdikirin û diavêtin hev. 

Di zarokatiya min de, carinan ji bo lîstikê û carinan ji bo acizkirinê, zarokan li ser navên hev çend bend çêdikirin û diavêtin hev. Heta carinan ev vediguherî dijûn û sixêfan jî. Hasilî, ji bo lihevanîna ristan, kiteya dawî ya navî pirrcarî dikirin û paşê jî nav digotin: hem li hev dihat hem jî nav beloq li ber çavan xuya dikir. Weke, “Rîs û rîs serê Idrîs” yan jî “Wêş û wêş kepûyê Derwêş”. Herçî sixêfên li vir nimûneyan nanivîsim.

Vêca doh Cejna Zimanê Kurdî bû. Diyar e, gava mirov behsa ziman dike, wê ileh were ber mirov: Tirkî jî zimanek e, ziman ne xirab in û filan û bêvan. Doh di paneleke li ser wergera ji bo edebiyata zarokan de beşdar bûm û di bernameya taybet a Stêrk TV de jî li ser navê rojnameya me peyivîm. Ji beşdarên din ên bernameya Stêrk TV’yê dîsa fikr û gotinên bi mane weke “Em ne li dijî ti zimanan in”, “Em ne li dijî Tirkî ne”. 

Xwişkê, bira, hevalê, hevalo, hevrêyê, hevrêyo! Em li dijî zimanê xwe ne, naxwe. Yanî weke ew kesên ku dikevin ber siyaseteke qirkirinê û weke kesên ku di sazî û dezgehan de bi rolekê radibin, weke nivîskar hisên nasnameyê diafirînin, luksa me nîne em bi van gotinan hevdu bixapînin. 

Dewleta Tirk Kurdan qir dike. Ji bo qirkirina Kurdan yek ji sîlehên wê zimanê Tirkî ye. Helbet bêyî siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk, tivingên wê, tank, top, teyareyên wê bê guneh in. Erê Tirkî jî bê guneh e, lê sîleha dewleta Tirk e li dijî Kurdan, ji bo qirkirina Kurdan.

Piştî ku aş çûye em li pey çeqçeqokên wê jî dikevin: asîmîlasyon û otoasîmîlasyon! Nexêr, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, êdî pêvajoya çûnaserî ya qirkirinê heye. Nifşê herî dawî li nava malê bi dêûbavên xwe re jî bi Kurdî napeyive. Êdî siyaseteke radîkal a ziman ji bo me lazim e û divê em vê bi îhtîmam li her derê îfade bikin. 

Divê êdî em li xwe vegerin û rexneyê li xwe bigirin. Heger kesekî bixwesta kîloyek petat ji dest me bigire, ji me bistîne, me yê li ber xwe bida; lê bi lîstikên dijmin, bi siyasetên ziman ên cazibkirina Tirkî û xirabkirina Kurdî, bi qasî kîloyek petat jî qîmetê zimanê me çima nema ji bo me? Ya rast jixwe ew e mirov ji bo kîloya petatê ya di destê xwe de li ber xwe bide, lê çawa bû ku me gava zimanê me ji me standin, destê xwe ber xwe re berda, kevirê xwe danî!

Man û man manûnemana ziman! Em vê çawa beloqtir nîşan bidin? Gava ji dest diçe, gavek ber bi qirkirinê vê tê avêtin. Ew hizra ku dibêje, nasnameyên din û nexasim ya siyasî dikare demdirêj xwe li ber hêza dewletê bigire, bêyî ku ev siyaset bi xwe bibîne bi çi lezê tê qirkirin, xwexapandinek e. Ew statuyên Îrlanda û Skoçyayên yên ku ji berê ve hebûn û îro hene, li ber destê me nînin. Di warê statuyê de jî em weke zimanê xwe dara şikestî ne. Îrlanda dewlet e jixwe, çi nasnameyê bixwaze dikare çêke; Skoçya jî ji berê ve xwedî meclîs, parlamen yan jî desteyên mîran bû ku li ser xelkê xwe xwedî hukm bû; çi çê û çi xirab sîlehên wan ên xweparastinê hebûn.

Yên me kêm in û lazim e hebin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.