REWŞAN DENIZ
Rojnamevanekî ji Başûrê Kurdistanê pêşî bi şaşî, navê gur li wan kir. Hîç ne mesele ye. Mirov rojnamevan be, şaşiyên xwe rast dike. Wî jî wiha kiriye, şaşiya xwe rast kir li ser hişyarkirinê û navê rovî kir rovî. Lê ev rovî ne hema roviyekî welê ji rêzê ye. Wêneyê wî li Dêrsimê hatiye girtin, nêzî belekiyên berfê. Gava em berê xwe didinê, em dibînin ku ajansa fermî ya nûçeyan a dewleta Tirk AA´yê wêne bi amblema xwe lewitandine. Em hinekî din berê xwe bidinê em dibînin ku ev rovî li her dera dinyayê nîne. Ji vî cureyî re di zanista biyolojiyê de dibêjin, Vulpes vulpes kurdistanica. Yanî cûreyek e ku pêşî li Kurdistanê hatiye dîtin.
Li Qersê û Transqafqasyayê heye û li deverên din ê Bakurê Kurdistanê jî çawa ku li Dêrsimêî wêneyê wî hatiye girtin, heye. Wêneyên vî roviyî li Amedê li Baxçeyên Hewselê jî hatine girtin. Bêyî mirov dûvê wî hesab bike, ev Mam Roviyê me, 58 ta 90 santîmî dirêj dibe. Duvê wî jî 32 ta 49 santîman dirêj e. Sala 1906’an gava ku Qers di destê Rûsan de bû, Satunin ew dîtiye û wiha bi nav kiriye.
Meseleya min ne ew ez vî cûreyî bidim nasîn. Lê meseleya min ew e ku rojnamevanekî Kurd, wêneyên AA’yê parve dike û hewl nade meseleya li pey vî roviyî ji hev derxe. Sala 2005’an hikûmeta Tirk bi biryareke fermî navê vî roviyî weke “vulpes vulpes” tenê guherand. Biryar a wezareta hawîrdorê ya dewleta Tirk bû. Hinceta wê jî ji ecêban û wêde bû, sosreteke sosirmet bû: Milet teşwîqî cudaxwaziyê dike. Dewleta Tirk a ku wêneyên Vulpes vulpes Kurdistanica bi rêya ajansa xwe ya fermî belav dike, di heman demê de înkarkirina Kurdistanê jî belav dike. Ji bo wan ew Mam Roviyê me, tenê Vulpes vulpes e, ne Vulpes vulpes Kurdistanica ye.