Malbatên girtiyan nikarin zarên xwe bibînin

Pêncşem 19 Îlon 2024 - 15:58

  • Êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku bi rengekî binpêkirina her cure hiqûqê ji alî dewleta Tirk ve tê domandin bûye mîna jêdereke ku nehiqûqiya ji wir dize li hemû qadên jiyanê yên civakê berbelav bibe û her Kurdek bi rengekî jê bitesîr bibe. 

Dewleta Tirk ku li Îmraliyê sînorê hiqûqa barbartiyê jî bezandiye, sînorên tecrîda mîna ‘qula reş’’ a fezayê berfireh dike û li qadên din jî vê nehiqûqiyê serwer dike. Yek ji beşê civaka Kurd ku ji tecrîda li ser Ocalan rasterast bitesîr dibin malbatên girtiyên siyasî yên Kurd in.
Malbatên girtiyên siyasî yên Kurd ji ber ku bi bêhiqûqî zarên wan li girtîgehên dûrî wan têne girtin bi  salan nikarin zarên xwe bibînin.
Yek ji van malbatan malbata Ethem Gokturk ê girtî ye. Gokturk ê ji Qosera Mêrdînê sala 2018’an bi hinceta ‘’endamtiya rêxistinê’’ hate girtin û niha li Girtîgeha Tîpa T’yê ya 2’an a Yozgatê girtî ye. Dadgehên dagirkeriya Tirk 24 sal ceza li Gokturk birîn.

Tesîreke xirab li me dike
Zelîha Gokturk, xwîşka girtî Gokturk ji ber ku birayê wê li girtîgeheke pir dûrî wan e ev tesîreke xirab li ser wan dike û got,"Em di rojên serdanê de xemgîn dibin. Hûn diçin wî dibînin lê nikarin wî bi xwe re bînin. Em birayê xwe di navbera 4 dîwaran de asêkirî dibînin. Û ji ber ku dûr e em nikarin her meh biçin. Dema hevdîtinê jî 40 deqe ye. Ma wê mirov di demeke wiha de karibe çi biaxive. Hin malbat hene nikarin biçin hevdîtinê jî. Ji lew re kesên malbatên wan li Şirnex an jî Amedê hene. Ew ancax salê carekê dikarin biçin." 

Tecrîd li ser civakê ye
Zelîhayê her wiha anî ziman birayê wê yê girtî dema hevdîtinê bal kişandiye ser tecrîdê û gotiye,’’Rewşa me ji ya we baştir e. Çikû zext li ser we hene. Belê zext li ser me hene lê em nahêlin ku em bêne eciqandin. Tecrîd li ser we hatiye danîn. Heya ku civak deng dernexîne wê zêdetir bê eciqandin. ‘’ 
Gokturk anî ziman ku yên li derve ji girtiyan bêtir tên tecrîdkirin û bang kir ku divê li dijî vê piştevaniya civakî bê xurtkirin.  
Malbata Şahîn a li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijî yek ji wan malbatan e ku bi heman awayî tên tecrîdkirin. Nîhat Şahîn ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî, di sala 1995'an de li navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin. Şahîn li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hat darizandin û cezayê muebedê lê hat birîn. 

9 sal in kurê xwe nedîtine
Birayê wî Ekrem Şahîn diyar kir ku birayê wî ji sala 2015'an û vir ve li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye û got: "Dê û bavê min 9 sal in ji ber nexweşiya xwe nikarin biçin cem wî. Tevî ku me der barê nexweşiya Parkînsonê ya dayik û bavê xwe de agahî dan jî, daxwaza me ya sewqê pêk nehat. Ji bo em biçin girtîgehê pêşî em diçin Stenbolê û paşê diçin Tekirdagê. Derfeteke me ya ku em rasterast biçin tune ye. Bi vî awayî malbat jî tên cezakirin. Hê jî parçeyên şarapnelê di laşê birayê min de ne û wisa tê dermankirin. Jixwe temenê wî mezin bûye û 29 sal in di girtîgehê de ye." 

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
Şahîn diyar kir ku tecrîda li ser girtiyan bi atmosfera siyasî ve girêdayî ye û got ku ev polîtîka bi taybet piştî bidawîbûna "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera salên 2013-2015'an de hîn kûrtir bûye. Şahîn got: "Berê di nava şert û mercên xerab de hevgirtin hebû. Lê ji ber tecrîdê nikarin vê bikin. Erê, cezakirin dibe, lê tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye." CEYLAN ŞAHÎNLÎ/ MA/RIHA
 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.