Mafê Dayikên Şemiyê binpê kirine

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 16:29

Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an ve ji bo aqûbeta windakiriyan û cezakirina kujeran li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya heftane li dar dixin. Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de roja 25’ê tebaxa 2018’an xwestin çalakiyek girseyî li dar bixin, lê bi qedexeya Wezareta Karên Navxweyî re rûbirû ma. Polîsan êrişî dayikan kir û li wan da û gelek Mirovên Şemiyê kirin binçavan. 47 Mirovên Şemiyê tevî ku tundî li wan hat kirin jî bi hinceta “Muxalefeta Qanûna Meş û Xwepêşandanan a Jimara 2911’an” hatin sûcdarkirin û doz li wan hat vekirin. 
 
Serdozgeriyê red kiribû

Masîde Ocak Kişlakçi ku bi tundiya polîsan re rû bi rû mabû û hatibû binçavkirin, li dijî muameleya lê hatiye kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû û giliyê polîsan kiribû. Serdozgeriyê biryara redkirina gilîkirinê da û bi pey vê re di Hezîrana 2019’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. 
 
Wezaretê înkar kir

AYM’ê serlêdana Ocak nirxand û ji Wezareta Karên Navxweyî xwest parastinê bike. Wezaretê bi sedema ku serlêdan bihuriye nayê qebûlkirin ku jê parastin bê xwestin. Wezaretê îdia kir ku tundî û mauemeleya xerab a li Mirovên Şemiyê nehatiye kirin. AYM’ê bi hinceta ku 15 roj şûn ve rapor piştî bûyerê hatiye girtin, serlêdan di warê muameleya xerab de red kir. 
 
Çalakî aştiyane ye 
AYM’ê di biryara xwe ya nirxandî de diyar kir ku 24 sal in her hefte ev çalakî ji bo aqûbeta windakiriyan tê li darxistin û ev çalakî tu zirarê nade cemaweriyê û çalakiyek aştiyane ye tê lidarxistin. AYM’ê têkildarî êriş û tundiya li çalakiyê hatiye kirin jî wek binpêkirina mafên mirovan hatiye dîtin û êrişa polîsan li dijî hiqûqê hatiye kirin. AYM’ê da zanîn ku mafê civîn û xwepêşandanê hatiye binpêkirin.

MA/ENQERE

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.