Maç diyarî Leyla Zana hate kirin

Sêşem 30 Kanûn 2025 - 09:15

Amedsporê di hefteya 19’emîn ango di hefteya dawî ya dewreya yekemîn a Lîgê de Îdirsporê 3-0 têk bir û bi ser ket. Amedspor dewreya yekemîn bi lîderiyê bi dawî kir.

Amedspor û Îdirspor di hefteya dawî ya dewreya yekemîn a Lîga 1’emîn a Terendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. 23 hezar alîgirên Amedsporê li trîbûnan li maçê temaşe kir. Her wiha siyasetmedara Kurd Leyla Zana, Hevşaredara Amedê Serra Bucak jî li protokolê li maçê temaşe kir.

Alîgiran bênavber dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Kîne em? Kurd in em” û “Leyla Zana rûmeta me ye” berz kir. Tevî hewaya sar jî coş û atmosfera li stadê di asta jor de bû û dengê dirûşmên alîgran li stadê olan da.

Lîstikvanê Amedsporê bi pankarta “Spor aştî û xwişk û biratî ye” û tîşortên ku wêneyê kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer ê ku jiyana xwe ji dest dabû, derketin sehê. Di maçê de Amedspor 3-0 bi ser ket. Maç diyarî Leyla Zana hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.