Louvre êdî online xizmetê dike!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Adar 2021 - 00:02

Yek ji muzexaneyên navdar ên dinyayê, Muzexaneya Louvre a li peytexta Fransayê Parîsê ye. Wê da zanîn ku ew ê ji bo mirovan deriyê xwe online jî veke û bi vî awayî xizmetê bike. Di nav tablo û peykerên nîşandayî de tabloya “Mona Lisa” û peykerê “Venusê ji Milo” jî hene. Her wiha peykerên Ronesansê, berhemên Misra Kevin û Hunerên Îslamî jî di nav koleksiyona online de ciyê xwe digirin û mirov wê karibin van berheman jî bibînin.

Midûrê Muzeyê, Jean Luc Martinez got, ew dixwazin toza li ser berheman rakin, heta berhemên ku qet nayên zanîn jî. Martinez di axaftina xwe de got, “Ev cara yekê ye, diqewime, berhemên ku cara yekemîn hatine nîşandan, yên diyarî hatine dayîn û heta yên ku di depoyê de cî digirin jî dê werin nîşandan. Her kes bi rêya telefon û kompûterê bi awayekî hêsan bêpere dikare xwe bigihîne van berheman. Ez bawer dikim ev naveroka dijîtal ji bo mirov koleksiyonan keşf bikin dê bibe teşwîqkirineke baş.”

Malper dê were rojanekirin

Kesên serdana muzeyê bikin dê karibin hemû ode û mekanan bibînin û berhemên li wir nas bikin. Bi zimanê Fransî, Spanî û Çînî dê xizmet were dayîn û kesên bixwazin bi lêgerînên hêsan ew ê xwe bigihînin koleksiyana berheman. Li gorî berpirsyarên muzeyê, bi firehbûna koleksiyonê re hino hino malpera muzeyê jî wê were rojanekirin. Tevî gelek cîhazên teknîkî ku mirov karibin xwe bigihînin berheman, bi rêya collections.louvre.fr ê jî li ser telefonê bi awayekî hêsan mirov dê karibin van berheman bişopînin.

Herî dawî hat diyarkirin ku ji ber nexweşiya koronayê Muzexaneya Louvre dê demeke dirêj li serdanan girtîbe.

PARÎS
 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.