Di dema dawî de çûna ENKSʼê ya Tirkî û ziyareta endamên wan Abdulah Gedo ser tirba çeteyan li Efrînê pirsên girîng xiste rojevê. Armanca vê ziyaretê çibû? Ew fotoyê ku Abdulah Gedo li ser tirba çeteyan nîşan da xwest çi mesajê bide dost û dijminan, çima helwesta ENKSʼê li dijî vî dîmenî çênebû?
Wek ku em zanin dijminê me ji bo me ji hev perçe bikin û me bê hêz bikin hemû rê û rêbazan dimeşîne. Dewleta Tirk ku rojane li ser Kurdan polîtîka qirkirinê dimeşîne bi riya hin kesên ku koka wan a etnîk Kurd e, dixwaze ser van kirinên xwe bigre û rûyê xwe ê gunehkar veşêre. Bi salane vê siyaseta xwe ya derewîn dimeşîne û hin Kurdên ku ji hemû nirxên Kurdayetiyê dûrketine jî dibin alet ji bo vî şerê gemarî. Kes nikare înkar bike ku Tirkî îro dewleta herî metirsîdare ji bo mafê Kurdan û ji bo Kurd nebin xwedan maf, nebin xwedan satatu û nebin hêzeke bi bandor li herêmê amade ye ku tawîzên herî mezin bide. Ew dijmin e, û ji dijiminan gazinc nabe. Lê tişta ku weke Kurd mirov nikare qebûl bike ew e, yên vê siyaseta Tirkan rewa dikin Kurd in, û bi destê van Kurdan ev xefek tê vedan. Di dîroka Tirkî de herdem ciyê Kurdên reş û Kurdên sipî cûda ye. Kurdên reş; ew Kurd in ku li ber xwe didin, hewl didin ku hebûn û xwebûna xwe biparêzin. Ew Kurd e ku xwe ji bo nirxê civaka xwe bi her awayî fedekariyê li ber çav digire. Lewma ev Kurdên weha an têne girtin, an têne kuştin, an têne surgunkirin, an jî dengên wan tê birîn û ji kar tên avêtin, yanî ji bo wan bê bandor bikin her tiştî li dijî wan bi kar tînin. Musa Anter, Savaş Buldan, Tahir Elçi, Ahmed Kaya û bi hezaran şehîd û siyasetmedarên di girtîgehan de û li surgunê mînaka vê yekê ne. Li kêleka vê rastiyê Kurdên sipî jî hene. Ev Kurdên ku ji sibê heta êvarê aqlê wan ji bo dijmin dixebite û dilê wan ji bo dijmin hildavêje, Kurdê ku dibe maske ji bo dewleta Tirk rûyê xwe yê hovane veşêre. Ev Kurdên ‘bi qîmet inʼ, karê wan ew e ku ji sibê heta êvarî pesnê dewletê bidin, û dijûna ji Kurdên Reş re bidin. Lewma jî wan weke qeşmeran ji qanalekê dibin qenalekê û ji bo wan hemû rojname serbest in, hemû qadên navneteweyî serbest in. Ji ber ku ew dest û çavên dijmin in, tişta ku dijmin nabîne ew agahî didin. Ji bo bêjin binêre em çiqasî bi marîfet in, hûn ji me baştir kurtêlxuran nabînin. Bi hev re dikevin pişbirkê ka wê kî bêtir xwe bide qebûlkirin û aferînan bi dest bixin. Mînak; Bulent Arinç, Erdoğan rexne dike, Mehmet Metîner wî diparêze. Çetîn Çetîner bibû aqilmendê şerê taybet dema dagirkeriya Serêkaniyê, û Îbrahîm Tatlises jî moral dida leşker û çeteyan. Kurdên TRT 6 ku ji sibê heta evarî bi Kurdî dijûna dikin perçeyek ji vê rastiyê ne, berê bi Tirkî dijûn dikirin me fehim nedikir lê niha bi zimanê me ji me re dijûna dibêjin. Demokrasiya Tirkî ji bo Kurdên sipî ye.
Niha heman jehrê dixwazin derbasî Rojava jî bikin. Kurdên sipî Abdullah Gedo û hevalbendên wî ne, Kurdê reş jî xelkê Efrînê ye, gelê Serêkaniyê ye. Kurdên ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û rûmeta xwe diparêzin. Kesê ku li sufra kujerê Hevrîn Xelef rûnê gelo wê çawa nûnertiya Kurdan bike, çi nûnertiyê ji ENKS’ê re dike, mafê kîjan Kurdan diparêze. Eşkere ye ku bi yek erkê radibe ew jî rewakirina kirinên çeteyan û dewleta Tirk li dijî gelê me li Efrînê û hemû deverên ku hatine dagirkirin. Bi vî rengî ji cîhanê re dibêjin; tu sûc li dijî Kurdan nîne, ji ber ku ger heba Kurd bi wan re nediçûn ser tirba çeteyan û li ser sufra kujeran nedibûn mêvan.
Belê listoka ku sed sale li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê dimeşînin îro li dijî Rojavayê Kurdistanê jî bi riya hin endamên ENKS dimeşînin. Ger ENKS çavê xwe li van kesan bigre wê demê ew tê wê maneyê ku ev helwesta fermî ya ENKS’ê ye û wê ev jî bi xwe re nîqaşeke nû bi xwe re bîne, ew jî ew e, ew nêrîna siyasî ya hevbeş ku dagirkeriyê bi hev re mehkûm û bi dawî dike, tê binpêkirin.
Yekîtîya Kurdan mijareke manûnamenê ye, lê yekîtiyeke bê pirensîb û bê pîvan tê wê maneyê ku raya giştî ya Kurd tê xapandin. Lewma pir girîng e ku her kes bi baldarî xetên sor ên pirensîbên neteweyî biparêze û rê nede lîstokên mêhtingeran. Divê em ji dîroka xwe ders derxin û em careke din rê li pêşiya siyaseta Kurdê reş û sipî venekin. Ji ber ku ev Kurdan perçe dike û rê li ber qirkirineke nû vedike.