Lîstik li Kolnê hat nîşandan

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 04:25

Teatra Jiyana Nû, “Lîstik”a xwe li bajarê Elmanyayê Kolnê nîşan da. Lîstik, behsa hewldana amadekirina lîstikeke şanoyê ya bi Kurdî ya li ser Derwêşê Evdî dike. Omer Şahîn, Rûgeş Kirici û Cîhad Ekîncî ew nivîsandine û Ferhad Feqî jî derhêneriya wê dike. Ji bo Elmanan, Lîstik bi jêrenivîs hat nîşandan. Lîstik wê şemî û yekşema bê li bajarê Elmanyayê Mannheimê were nîşandan. Yanî 12 û13 Mijdarê li hola Mannheim Studio Werkhausê Lîstik wê bê nîşandan.

KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.