Lîstik diçe Elmanyayê

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 5 Mijdar 2022 - 02:23

MIHEME PORGEBOL

 

Teatra Jiyana Nû wê li sê bajarên Elmanyayê lîstika bi navê “Lîsik” nîşan bide. Omer Şahîn, Rûgeş Kirici û Cîhad Ekîncî şanomaneya wê nivîsandine û Ferhad Feqî jî derhêneriya wê dike. Lîstik wê yekşemê (6´ê Mijdarê) li Mulheimê, 8´ê Mijdarê li Kolnê û 12 û 13´ê Mijdarê jî li Mannheimê bê nîşandan.

Omer Şahîn ê ku ji nivîskar û lîstikvanê Lîstikê ye, dibêje, wan serê xwe bi mitaleyên wiha êşandiye:  “Divê em lîstikên xwe binivîsin û di wan de bilîzin. Ma çima em behsa serpêhatiyên xwe nekin?” Û di encamê de jî Lîstik derketiye holê. Ew dibêje, Lîstik behsa şanogerên Kurd dike, yên ku hewl didin destana Dewrêşê Evdî weke şano li ser dikê bilîzin. 

Piştî ku metna şanonameyê eşkere bûye, wan ev metn daye derhêner Ferhad Feqî. Piştî mitale û danûstandinên bi Ferhad Feqî re jî Lîstik bi awayê xwe yê niha derketiye holê.

Omer Şahîn dibêje, van demên dawiyê berhemên bi kalîte jî derdikevin holê, lê tevî vê jî şanoya Kurdî li hin mekanan asê maye:  “Lê belê di warê nîşandana li ser dikê de meseleyên gelekî cidî hene. Walîtî di kêliyên dawiyê de asteng dikin, qedexekirina lîstikan jî nahêle ku berhem bigihîjin xelkekî mezin.”

Ji ber wê jî Omer Şahin dibêje turne ji bo şanoya Kurdî muhim in, û wiha dewam kir: “Turne hem ji bo koman, da ku xwe di warê aborî de li ser piyan bigirin muhim in, hem jî ji bo ku Kurdên li derveyî welêt jî li van lîstikan temaşe bikin, muhim in. Lê kêmasî hene, serê pêşî jî, kes û saziyên xwe bidin ber organîsazyona nîşandana şanoyê kêm in.

Weke Teatra Jiyana Nû em carinan diçin derveyî welêt, lê cihên em diçin wan pirr kêm in. Gava em bixwazin turneyeke dirêjtir pîlan bikin, pirsgirêk derdikevin holê. Em hêvî dikin ku kes û saziyên li derveyî welêt, bêhtir elaqeyê nîşanî şanoya Kurdî bidin û organîzasyonên elaqedarî wê jî cidîtir bibînin.”

Lîstik wê 6´ê Mijdarê saet 18.00’an li Mulheimê li “Theater an der Ruhr”, 8´ê Mjdarê saet 19.30’î li Kölnê li Alte Feuerwacheyê bê nîşandan. Lîstik 12 û 13´ê Mijdarê jî wê li Mannheimê li Nationaltheater Mannheim Studio Werkhausê saet 20.00’an bê nîşandan. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.