Nivîskar Cemîl Oguz di malpera Diyarname.com’ê de derbarê kovarên Kurdî de lêkolînek kiriye û li ser kovarên Kurdî yên niha çap dibin, nivîsiye û rewşa wan ya dawiyê şirove kiriye.
Cemil Oguz di serê nivîsa xwe de dibêje, “Helbet weşana çapkirî li dinyayê di nav rewşeke giran de ye ji ber ku her ku diçe qada dîjîtal xurtir û berfirehtir dibe. Ligel vê yekê jî li dinyayê weşanên çapkirî, yên li ser kaxizê weşana xwe didomînin. Di nav kurdan de jî. Beşek ji vê weşanê jî kovar in. Me berê xwe da kovarên kurdî yên ku çap dibin.”
Cemîl Oguz ji bo kovar werin firotin û xwendin, xwestiye vê lîsteyê çêke. Wî rewşa kovarên Kurdî ya 2021’ê anîye ziman û 16 kovarên Kurdî yên li Bakur çap dibin derdixe pêş; “Li Bakur û li Tirkiyeyê di sala 2021'ê de kîjan kovarên bi Kurdî nû derketin, kîjanan ji nû ve dest bi weşanê kir û kîjanê weşana xwe ya heyî domand? Me lîsteya wan derxist. 16 kovar ketin nava lîsteya me. Me xwest em wan careke din bi bîr bixin û belkî ev nûçeya me bibe sedem ku ew hinekî din bêne firotin û xwendin.” Me ji lîsteya wî Kurt Tarihi derxist ji ber ku weşana wê bi Tirkî ye û tenê ne birêkûpêk hin gotaran bi Kurdî diweşîne. Her 15 kovarên din ên di lîsteyê de li jêr in:
Nûbihar: Di nav hemû kovarên kurdî de kovara Nûbiharê ye herî kevn e. Kovarê sala 1992'yan dest bi weşanê kir û ji wê demê ve didome. Kovara ku di bin banê Weşanxaneya Nûbiharê de ye, sê mehan carekê derdikeve. Û kovarê vê payîzê hejmara xwe ya 157'an derxist.
Nûbihar Akademî: Kovara "Nûbihar Akademî" kovareke akademîk a li ser xebatên Kurdî ye. Kovar nivîsên akademîk belav dike. Kovar salê du hejmaran çap dike û payîza 2021'ê de hejmara wê ya 8'an derket.
Vate: Vate kovareke bi Kirmanckî ye û sê mehan carekê derdikeve. Niha Vate tekane kovara bi Kirmanckî ye ku weşana xwe didomîne. Vateyê herî dawî hejmara xwe ya 69'an wekî hejmara havîna 2021'ê derxist.
Dilop: Dilop kovareke bi Kurdî û Tirkî ye û li ser çand, huner û polîtîkayê weşana xwe didomîne. Kovar sala xwe ya 4'an hejmara xwe ya 20’an di meha Cotmeh-Mijdara 2021'ê de derxist. Kovarê hê hejmara 21'ê dernexistiye.
Zarema: Zarema kovara rexne-teorî ye. Heta hejmara 13'an hatibû û navber dabû weşana xwe. Kovar îsal kete bin banê Weşanxaneya Avesta û ji nû ve dest bi weşanê kir. Kovarê hejmara xwe ya 14'an (Gulan, Hezîran, Tîrmeh, Tebax 2021) derxist û paşê di mehên din ên salê de hejmara 15'an jî. Li gorî bernameya wan, divê vê mehê hejmara 16'an derê.
Psychology Kurdî: Kovar li ser derûnasiyê weşana xwe dike. Kovar ketiye sala xwe ya 5'an û ew jî îsal ket bin banê Weşanxaneya Avestayê. Kovarê îsal hejmarên xwe yên 12 û 13'an (Gulan, Hezîran, Tîrmeh, Tebax) pêşkêş kirin, lê hejmara 14'an ku diviyabû payîzê derketa hê derneketiye.
Zend: Zend kovareke li ser ziman e û ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê amadekirin û derxistin. Zendê îsal tenê hejmarek derxist û ew jî hejmara 28'an e.
Kurdeçîrok: Kovar li ser çîrok û wergera çîrokan weşana xwe didomîne. Kovara ku her sê mehan carekê derdikeve, par dest bi weşanê kir û payîza 2021'ê hejmara xwe ya 3'yan derxist.
Folklor û Ziman: Weqfa Mezopotamyayê kovarê derdixe. Kovar "Kovara Akademîk û Navneteweyî ya Xebatên Kurdî" ye û salê du caran derdikeve. Kovarê hejmara xwe ya 2'yan payîzê derxist.
Folklorame: Kovar bi diruşma "Zagotin pişt e, folklor her tişt e!" weşana xwe li ser folklorê didomîne. Kovar di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de derdikeve heta niha 9 hejmarên wê derketine û van rojan divê hejmara 10'an bigihîje ber destên xwendevanan.
Destar: Kovareke wêjeyî ye. Kovara ku îsal dest bi weşana xwe kir sê mehan carekê derdikeve. Kovarê hejmara xwe ya diduyan payîza 2021'ê derxist.
Zirîng: Kovareke mîzahî bû û mehê carekê derdiket. Kovarê herî dawî di Adara 2021'ê de hejmara xwe ya 12'an derxist û paşê navber da weşana xwe. Hat gotin, piştî demekê kovar wê dîsa dest bi weşanê bike, lê careke din kovar derneket.
Wêje û Rexne: Kovar piştî rawestina demekê, di sala 2021'ê de careke din derket. Kovarê havînê hejmara xwe ya 12'yan derxist, paşê hejmareke din dernexist. Kovar li ser wêje, rexne û teoriya rexneyê weşana xwe dike.
Aşdad: Kovareke li ser hiqûqê ye û Baroya Amedê wê derdixe. Hejmara yekem a kovarê bihara 2021'ê derket. Kovarê wekî kovara sêmehane dest bi weşanê kir, lê îsal tenê ew hejmar derxistiye û li gorî agahiyên li ber dest, ew niha amadekariya hejmara duyemîn dike.
Dadistan: Bi piştgiriya Baroya Şirnexê û xebata hiqûqnasan hatiye amadekirin. Kovareke li ser hiqûqê ye. 6'ê meha Kanûna 2021'ê di ser hesabê xwe yê twittirê re ragihandin ku kovar çûye çapê, lê heta niha derneketiye.
NAVENDA NÛÇEYAN