Ev bû çendek, hin Kurdên ku doza serxwebûnê dikin û virde û wêde weke ku tiştekî nû kifş kiribin, li xwe diqewimînin, li ber çavên min dikevin. Te dît, ez jî ji rêûresmekê têm ku dibêje, “Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne”. Ji ber wê min got, ka ez çend gotinan bikim. Da ku ev peyva nîşana rûmeta mirovî, di biwara min de wiha bêqedr û qîmet neyê kirin.
Xwendin ji bo serwextbûna giştî a mirovan, ji qencî û fezîletên herî mezin e. Xwendin diwestîne jî, ji ber wê xîret lazim e ji bo mirov bixwîne. Di vê meseleya me de jî bi ya min a herî muhim ev xîret e. Mirov bixwîne, bi hêsanî bi ser ve dibe ku “serxwebûn” û cihê wê di têkoşîna Kurdan de ne tiştekî nû ye û ne tiştekî erzan e jî.
Gava ku beriya 50 salan çend xwendekarên zanîngehê bi vê fikrê rêyek danî ber xwe, berdêlên wê giran bûn. Heta îro bi dehhezaran mirov ji bo wê “serxwebûnê” şehîd bûn. Bi dehhezaran mirovî di hepsan de emrê xwe bihurand, bi hezaran hatin bêserûşûnkirin.
Bi tena serê xwe derxistina “Serxwebûna” ewilî beriya darbeya 1980´yî li şikefteke çiyayê Bagokê, dikarî dersên mezin bide mirovên bi xîret. Xwedê bike nesîb, ez ê çîroka wê jî binivîsim. Lê mesele ne ew e. Mesele ew e ku mirov fêhm bike, çawa şehîd Somurge Hesen (Hemîd Avci), kovara “Pêşmerge” çawa li nava gerîlayên Kurdistanê digerand û çawa zilamên partiyeke Kurd a li dijî “serxwebûnê”, ew şehîd kirin û avêtin hewşa qereqoleke hêza dijminê Kurdan ê herî mezin yanî dewleta Tirk.
Erê, “serxwebûn” di peywenda Kurdan de peyvek e welê ye ku ji maneya gotinê û wêde maneya wê ya rûmeta mirovî heye. Peyveke welê ye ku bilêvkirina wê û nivîsandina wê, kiriye ku kesên doza wê kirine, gelek berdêlên giran bidin.
Ha, îca em vegerin ser vanên ku nûnûka, weke ku tiştekî nû kifş kiribin, vê peyvê bêqedr dikin. Gotineke besît li wan bikim; heger bi rastî doza we serxwebûn e, wê hingê hûn amade ne çiqas berdêlan bidin? Hûn amade ne çawa şer bikin li dijî binpêkerên rûmet û serxwebûna xwe? Li serê pêşî yê van binpêkeran dewleta Tirk û paşê bi dilê we ne bi dilê we, PDK tê.
Bi Kurmanciyê gotinek heye, dibêje “Di nava g*yê xwe de nîskek dîtiye”. Vanên ku ji haya wan ji doza serxwebûnê ya 50 salan nîne yan jî xwe li wê datînin ku haya wan jê nîne, eynî weke vê biwêjê, weke ku “di nava g*yê xwe de nîskek dîtibin” peyva serxwebûnê dikin şirîkê bêxîretiya xwe. Ne amade ne berdêlekê jî bidin.
Bi maneya siyasî ya dewletxwazî tevgerekê ji destpêka salên 1970´yî heta 1999´an doza wê kir. Bi maneya xwe ya serxwebûna îradî û rûmeta mirovî, 50 sal qediyan û ev doz hê jî dewam dike. Sembolên ku wê serxwebûnê nîşan bidin, helbet wê ev berdêl û hevrêyên şehîdên serxwebûnê, diyar bikin. Gava çend sêwelekên di guhê gê de “di nava g*yê xwe de nîskekê bibînin” rastî û heqîqet naguhere. Heger di nava wan de yên jidil hene, fermo, dijiminê serxwebûna Kurdan rût û tazî, bê perde li meydanê ne: dewleta Tirk û PDK. Hûn çi şerî, çi têkoşînê li dijî wan dikin, şexsê min bi we re ye. Yên mayî, hûn bi wê liba nîskê ya lewitî emel bikin.
parvê bike
Nivîsên Luqman GULDIVÊ
Hinek hatin xişxişê
4 teşrînê
Şahmaran û Nînazû
1 tîrmehê
Qey dizanin em Kurd in lema nehatin!
24 hezîranê
Welatê me divê bibe tifaqa me
27 gulanê