Li Yemenê lûtkeya jinan

Nûçeyên Cîhan

În 21 Mijdar 2025 - 15:00

  • Jinên Yemenî, bi kelecanek mezin li benda 8’emîn Lûtkeya Jinan in. Lûtke platforma maf û têkoşîna ji bo aştî, aborî, edalet û avhewayê ye û derfetên veguherandina daxwazên civakê ji bo gavên şênber pêşkêş dike tê qebûlkirin.

Her sal jinên Yemenî di lûtkeya jinan de ya ji aliyê Weqfa Vojood a di qada ewlehiya mirovan de xebatê dimeşîne tê lidarxistin de li hev dicivin û mijarên lezgîn nîqaş dikin. Lûtkeya jinan, di heman demê de bi Kampanyaya 16 Rojan a li Dijî Tundiya li Ser Jinan re tê lidarxistin.

Rêvebera Weqfa Vojood Maha Avad a der barê çalakiyên lûtkeyê de axivî, wiha got: "Lûtkeya jinan însiyatîfa jinan a herî mezin û berbiçav e nasnameya tevgera jinan bi şêwe dike û xwedî aliyekî mafên esasî û stratejîk e. Ev lûtke, nîşan dide ku di aliyê kûrkirina xebata siyasî û civakî de gelek tiştên divê bên kirin hene.”

Maha Avad, diyar kir ku lûtke dê du rojan bidome û li ser mijarên sereke yên mîna avakirina aştiya neteweyî, pêvajoya siyasî, aborî, edaleta veguhêz û parastina mafên jinan nîqaş bike û wiha axivî: “Her wiha di lûtkeyê de mijarên mîna guherîna avhewayê û edaleta avhewayê, parastina qada sivîl û rola bazara taybet di zêdekirina beşdariya jinan de jî dê bê nîqaşkirin.”

Maha Avad, destnîşan kir ku lûtke bi rêbaza înteraktîf hatiye meşandin û bi raya vê yekê di nava beşdaran de dosya bi awayekî berfireh tê nîqaşkirin. Maha Avad, wiha got: "Vê rêbazê beşdariyek berfireh a neteweyî û navneteweyî da misogerkirin. Rêxistinên navneteweyî jî eleqeyek mezin nîşanî lûtkeyê didin. Ev têkilî, ji bo jinên Yemenî bi awayê herî rast pirsgirêkên xwe bînin ziman, derfetek rasteqîn pêşkêş dike. Di dawiya lûtkeyê de, daxuyaniyek bi navê "Daxuyaniya Adenê" dê were weşandin.”

Maha Avad, derbarê lûtkeyê û encamên wê de wiha axivî: "Tiştê ku herî zêde bi lûtkeya jinan ve girêdayî ye, encamên ku ji nêrîn, raman û perspektîfên hevpar ên di navbera beşdaran de derdikevin e. Ez dixwazim diyar bikim ku bi qasî jinên ciwan mêr û ciwan jî beşdariyek cuda nîşan didin. Lewma qalibek tenê nîn e û pênaseya beşdarbûnê girîng e." NÛJINHA/ADEN/FATMA REŞAD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.