
Şaredariya navçeya Tûşbayê ya Wanê û Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) derheqê bernameya ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ de li avahiya Şaredariya Tuşbayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ hatibû daliqandin. Parlamenterên DEM Partiyê, partiyên siyasî, wêjekar, nivîskar û endamên meclîsa şaredariyê tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê rêveberê KURDÎWAR’ê Faysal Yacan re hat xwendin.
Faysal Yacan diyar kir ku ew îro ji bo mizgîniya projeyeke pir biwate civiyane û got: “Ev projeyeke wisa ye ku dê can bide bîra çandî, rehên hunerî û beriya her tiştî zimanê dayikê. Di felsefeya me ya rêveberiya xwecihî de, karê şaredariyê ne tenê çêkirina rê û avahiyan e, armanca me ya sereke parastina ruh, çand û zimanê vî bajarî û gihandina wê ya nifşên pêşerojê ye. Bi vê berpirsyariyê, em radigihînin ku di navbera 18 û 21’ê Hezîranê de, em ê çalakiyeke mezin ku demeke dirêj e valahiya wê li bajarê me dihat hîskirin, anku ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Şaredariya Tûşbayê’ li dar bixin.”
Armanca çalakiyê
Faysal Yacan di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û ev tişt anî ziman: “Em dizanin her pirtûk cîhanek e û her ziman jî deriyê ku ber bi wê cîhanê ve vedibe ye. Yek ji armancên me yên herî girîng û stratejîk di van Rojên Wêje û Pirtûkan de ku em ê îsal cara yekem çêkin; derxistina pêş a zimanê me yê dayikê, Kurdî ye. Em dixwazin Kurdî di qada giştî û çanda nivîskî de bigihêje cihê ku heq dike. Em qîmetê didin wan kedên mezin ku bi salan e di qada çandê de tên dayîn. Ji ber vê yekê, di vê çalakiyê de em piranî mêvandariya weşanxaneyên Kurdî dikin. Em dixwazin dewlemendî, reng, helbest û çîrokên zimanê xwe li ser vê axê bi dengekî bilindtir biqîrin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
WAN
***
Ji Hunergeha Welat klîpa ‘Keynê’
Hunergeha Welata ku li Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe yên hunerî didomîne, berhemeke nû pêşkêşî hunerhezan kir.
Ev berhema nû straneke gelêrî ye ku bi navê "Keynê - Dilê bê dil" hatiye amadekirin. Stran ji aliyê hunermend Selîmê Temo ve hatiye gotin û li ser hesabê Youtubeyê ya Hunergeha Welat hatiye belavkirin.
Selîmê Temo bi dengê xwe yê taybet rengekî nû daye vê strana gelêrî. Amadekarên stranê Şero Hindê û Mehmûd Berazî ne û her wiha Yûsif Osman aranjeya stranê kiriye û Kawa Xalid jî karê mîksê kiriye.
Klîpa stranê ji aliyê Mihemed Mûsa ve hatiye amadekirin. Di vîdeoyê de dîmenên xwezaya Kurdistanê û cil û bergên Kurdî yên resen hatine bikaranîn. Di klîpê de lîstikvan bi cilên Kurdî û bi amûrên muzîkê yên wekî saz, kemançe û daholê derdikevin pêşberî temaşevanan.
Hunergeha Welat bi salan e ji bo parastin û bipêşxistina muzîka Kurdî dixebite. Heta niha gelek stran û klîpên ku bala xelkê dikişînin belav kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN







