• Li Tûnisê civînên diyaloga siyasê ya Lîbyayê dest pê kir, lê herî zêde Tirkiye ji vê aciz e.

Bi mêvandariya Neteweyên Yekbûyî îro li Tûnisê civînên diyaloga siyasî ya Lîbyayê ji bo nîqaşên li ser avakirina hikûmeta yekîtiya nîştimanî, dest pê kirin.
Di diyalogê 70 nûnerên hêzên siyasî û civakî yên Lîbayayê hemûyan beşdar dibin. Aliyê Tûnisê dê tenê lidarxistina dan û standinan bi rê ve bibe.
Nûnerên Meclisa Parlamenteran a Tubriqê û Meclisa Bilind a Dewletê ya Trablusê, behsa derfetên serketina diyaloga siyasî ya Lîbyayê kiribûn.
Her du aliyan di civîna li bajarê Boznîqa yê Mexribê de, îşaret bi însiyatîfa siyasî ya Lîbyayê û derfetên gihîştina lihevkirinekê li ser pîvanên bernamzetên peywirên bilind ên dewletê ji bo pêkanîna hilbijartinên serokatiyê û hilbijartinên parlamantoyê li gorî destûra Lîbyayê, kiribû.
Lê hebûna bi hezaran çekdarên ku lihevkirineke muhtemel qebûl nekin jî li holê ye. Hêzên biyanî yên destwerdanê li welêt dikin jî, gefan li hewldanên aştiyê dixwin; di serê van de jî dewleta Tirk a dagirker tê.
Piştî destpêkirina diyaloga siyasî, milîsên çekdar ên girêdayî hikûmeta Wîfaqê rêbaza birêvebirina diyaloga siyasî red kirin.
Di vê çarçoveyê de “Hêzên Parastina Trablusê” ên girêdayî hikûmeta Wîfaqê ku mîlîsên herî bihêz li Terabilusê di nav de hene, bang li hêzên ewlehiyê û leşkerî û welatiyên Lîbyayê kir da ku civînên awarte li dar bixin û bi xwepêşandanan diyaloga siyasî red bikin.

TÛNIS