- Piştî şerê li paytexta Lîbyayê Trablûsê, doh rewş aram bû. Di şerê pêr de 23 kes hatin kuştin û 140 kes birîndar bûn.
Piştî şerê li paytexta Lîbyayê Trablûsê, doh rewş aram bû. Di şerê pêr de 23 kes hatin kuştin û 140 kes birîndar bûn.
Hikûmetên Yekitiya Nîştimanî û Îstiqrar hev du bi berpirsyariya bûyerê tawanbar dikin.
Li paytexta Lîbyayê Trablusê pêr şerekî dijwar, qewimî. Ev şerê herî dijwar ê van her du salên dawiyê bû li Lîbyayê.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Yekitiya Nîştimanî, di encama şer şeva înê-şemiyê de23 kes hatin kuştin û 140 kesên din birîndar bûn.
Li gelek taxên bajêr şer qewimî û şemiyê tevahiya şevê dengê gule û teqînan hat bihîstin.
Heyva Sor a Lîbyayê got, tîmên wan li Trablusê şênî ji herêmên şer derxistine û hin birîndarên li nexweşxaneyan derxistine û radestî malbatên wan kirine.
Heyva Sor bang li aliyan kir da ku alîkariya tîmên wan bikin da ku li bajêr bi erka xwe ya mirovî rabin.
TRABLÛS