Li paytexta Lîbyayê Trablûsê, di şerê navbera du komên çekdar de herî kêm 27 kes hatin kuştin, zêdeyî 100 kesî jî birîndar bûn.
Li gorî bîlançoya 'demkî' ya ku Navenda Tipa Lezgîn li ser Facebookê parve kir, du komên çekdar ên girîng ên li rojavayê Lîbyayê, 'Tûgaya 444'an' û 'Hêza El Raada' bi hev ketin. Hate ragihandin ku di encama vî şerî de 27 kes hatine kuştin, 106 kes jî birîndar bûne.
Heman çavkaniyê diyar kir ku alîkarî bi 234 malbatan re hatiye kirin û ew ji qada şer hatine derxistin. Her wiha hate ragihandin ku bi dehan doktor û hemşîreyên biyanî yên li herêmê asê mabûn, ji herêmê hatine derxistin.
Şerî duşemê piştî ku fermandarê Tûgaya 444'an Mahmûd Hamza ji aliyê Hêzên El Radaa ve hate girtin, dest pê kir. Li ser girtinê ti hincet nehate nîşandan.
TRABLÛS