
- Li herêma deşta El Xab a Hemayê, rûberên çandina garisê zer her ku diçe kêm dibe, ev jî kêmbûna piştgirî û guhpêdana hikumetê ji bo cotkaran nîşan dide. Cotkarên herêmê der barê debara xwe û têkçûna aboriya Sûriyeyê de bi fikar in.
Çandina garisê zer li deşta El Xab a li Hemayê bi awayekî berbiçav kêm bûye. Li gorî daneyên fermî di demsalên dawîn de deverên çandinî û hilberînê pir kêm bûne.
Daneyên fermî yên ji bo demsala niha kêmbûna qada çandiniyê ya garisê zer nîşan didin ku di vê demsalê de tenê 406 hektar hatine çandin û tê payîn ku hilberîna giştî bigihêje tenê hezar û 716 tonan.
Berawirdkirin bi demsalên berê re vê kêmbûnê aşkera dike. Qada çandiniyê di demsala çandiniyê ya 2022/2023’yan de hezar û 275 hektar bû, hilberîna wê jî 5 hezar û 650 ton bû, lê di demsala 2023/2024’an de rûbera çandiniyê kêm bû û daket 647 hektaran û hilberîna wê jî tenê 2 hezar û 13 ton bû.
Li aliyekî din şaxê Hamayê yê Saziya Giştî ya Êmê Sewalan, Navenda Şîzar wek cihê wergirtina berhema garisê zer destnîşan kiriye, lê heta niha vê navendê berhem ji cotkaran wernegirtiye.
Cotkarên garisê zer li herêma El Xab bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ne. Ji ber zêdebûna lêçûnên çandiniyê ew ji çandina vê berhema stratejîk bê hêvî bûne.
Ji bilî nebûna piştgiriyê, cotkar gazinan dikin ku buhayên semad, sotemenî û heqdestê karkeran di vê demsalê de pir zêde bûye. Cotkaran xwest têra çandiniya wan sotemenî û semad bi buhayên guncaw were peydakirin. Li gorî cotkaran zêdebûna buhayê veguhastina berheman ji bo navendên wergirtinê barê cotkaran zêde dike.
Hişkesalî, kêmbûna barîna baranê û nebûna çavkaniyên avdanê jî bandoreke neyînî li ser hilberîna garisê zer dike. ANHA







