Li Sûdanê şer e

Nûçeyên Cîhan

Duşem 12 Hezîran 2023 - 00:50

  • Li Sûdanê, piştî bidawîbûna agirbesta 24 saetan, şer ji nû ve dest pê kir.

Li Sûdanê, piştî bidawîbûna agirbesta 24 saetan, şer doh ji nû ve dest pê kir.

Wezareta Karên Derve ya Siûdî, pêr ragihandibû ku agirbest ji saet 06:00´ê Şemiyê û pê ve li tevahiya Sûdanê wê 24 saetan bikeve meriyetê. 10 deqe piştî bidawîbûna agirbestê, li paytext Xertûmê şer ji nû ve giran bû.

Şêniyên paytextê bi topbaranê û dengê şer ê li gelek taxan, hişyar bûn.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji 15’ê Nîsanê ve herî kêm 1800 kes mirine, zêdeyî 1.5 milyon kes jî neçar mane koç bikin. Rêxistinên mafên mirovan nerazîbûnê nîşan didin ku ji destpêka şer û vir ve sûcên giran hatine kirin.

Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) diyar kir ku hêzên şerker sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin.

Nûnera Sûdanê ya servîsa jinê ya Neteweyên Yekbûyî, Adjaratoû Ndîaye bal bire ser destavêtinê û êrişên zayendî û diyar kir ku ‘destavêtinên komî’ hatine kirin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken jî çarşema bihurî di serdana li Erebistana Siûdî de ragihandibû ku Washîngton û Riyad ji bo bidawîkirina şer wê ‘yekîtiyeke xurt’ dewam bikin.

XERTÛM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.