Li Sûdanê agirbesta nû

Nûçeyên Cîhan

Duşem 19 Hezîran 2023 - 02:38

  • Li gorî daxuyaniyê, ji bilî rawestandina tevgerên şer û êrişan, her du aliyan li hev kir ku rê bidin alîkariyên mirovî ji bo her devera Sûdanê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Erebîstana Siûdî de hat gotin, "Qraliyeta Erebîstana Siûdî û DYE radigihînin ku nûnerên Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Hêzên Desteka Lezgîn (HDK) ji bo agirbesta 72 saetan a li seranserê Sûdanê ji roja Yekşemê û pê ve, li hev kirine." Yanî doh, îro û sibe agirbest li seranserê Sûdanê hat ragihandin. Ev agirbest esas ji bo xizmeta gihandina alîkariyên mirovî li seranserê welat pêk tê.

Li gorî daxuyaniyê, ji bilî rawestandina tevgerên şer û êrişan, her du aliyan li hev kir ku rê bidin alîkariyên mirovî ji bo her devera Sûdanê.

Ragihandina agirbestê piştî êrişên hewayî û şerê li Xertûmê hat. Di êrişên hewayî yên roja şemiyê de li başûrê paytext Xartûmê herî kêm 17 sivîl hatin kuştin û 5 ji wan zarok bûn. Di êrişên hewayî de 25 xanî jî hilweşiyan.

Li gorî rapora herî dawî ya rêxistina sivîl ACLED, di şerê li Sûdanê de ji nîvê meha Nîsanê û vir ve heta niha zêdetirî 2 hezar kesan mirine.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) zêdetirî 2,2 milyon kes ji welatê xwe reviyane, ji wan zêdetirî milyonek kesî Xartûm terikandine û zêdetirî 528 hezar kesan jî reviyane welatên cîran û bûne penaber.

Li gorî Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) "Di şer de zêdetirî milyonek zarokî koçber bûne, 330 zarok hatine kuştin û zêdetirî 1900 zarokî jî birîndar bûne."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.