Li Sûdanê agirbesta 72 saetan

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 26 Nîsan 2023 - 00:07

  • Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di encama danûstandinên berfireh ên 48 saetan de artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) qebûl kirine ku agirbestê li tevahiya welêt bixin meriyetê.

Li Sûdanê di şerê navbera artêşê û hêzên paramîlîter ên hevkarê wan ê berê de, bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin. Lê belê nehate zanîn ku şer sekinî ye yan na.

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di encama danûstandinên berfireh ên 48 saetan de artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) qebûl kirine ku agirbestê li tevahiya welêt bixin meriyetê.

Hêzên Çekdar ên Sûdanê yên bi serkêşiya general Ebdulfettah El-Bûrhan ê ku piştî darbeyê bû rêveberê defakto yê welêt, li ser malpera xwe ya medyaya dijîtal bi daxuyaniyekê ragihand ku ew li gorî agirbestê tevdigerin.

Hevrikê wî HPL, bi serkêşiya general Muhemmed Hamdan Dalago jî ragihand ku ji bo 'vekirina korîdora mirovî û guhertina cih a sivîlan hêsan bikin' wan agirbest qebûl kiriye.

Berdevkê Hêzên Guhertin û Azadiyê (HGA) ku li Sûdanê bloka sivîl temsîl dike, Halîd Omar Yûsif ji AFP'ê re got, ji ber agirbesta mirovî, ew kêfxweş in û ew ê li ser rêbazên agirbesta mayinde diyalogê bidin destpêkirin.

 

Herî kêm 427 kes hatine kuştin

Hate ragihandin ku DYE û hevalbendên wê ji bo agirbesteke mayinde danûstandinên avakirina 'komîsyonê' dewam dikin.

Di 15'ê Nîsanê de şer destpê kir. Bi taybetî li paytext Hartûmê teqîn, şerê çekdarî û êrîşên hewayî nesekinî. Bi hezaran sivîl neçar man ji paytextê birevin. Yên nekarîn birevin jî bê elektrîk, bê av û bê xwarin man.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şer de heta niha herî kêm 427 kes hatine kuştin, 3 hezar 700 kes jî birîndar bûne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hişyar kir ku şerê li vî welatê li rojhilatê Efrîkayê, dibe ku li tevahiya herêmê belav bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.