Li Silêmaniyê du kurtefilmên bi derhêneriya Roje Hesen, hatin nîşandan. Filmên Roje Hesen behsa zarok û jinên ku bi şidetê re rû bir û mane, dike.

Yek ji van kurtefilman bi navê “18 û 19” e û yê din jî bi navê ‘Yûsuf’ e. Naveroka her du filman li ser mexdûrbûna jinan a beramberî hişmendî û desthilatdariya mêrsalarî ye, ku jin û zarok hertim dibin mexdûrên yekem ên bûyerên siyasî, leşkerî û civakî.

Filma “18-19” behsa jiyana jineke ciwan dike ku li stargeheke zarokên sêwî mezin bûye. Piştî dibe 18 salî, ji stargehê tê derxistin. Piştî derdikeve tu aliyekî fermî nasnameya wê û xizmên wê jê re eşkere nakin. Neçar dibe bi xwe lêkolîn bike da ku malbat û nasnameya xwe bizane. Lê digihe wê encamê ku tenê dosyayek li ser wê heye ew jî bi navê dosya “18 û 19” e û dayîka wê jî piştî hatiye kuştin, li goristana jinan a bê navnîşan hatiye veşartin.

Kurtefilma bi navê ‘Yûsuf’ jî behsa rewşa wan jinên Êzîdî dike ku di encama destdirêjiya çeteyên DAIŞ’ê de zarokên wan çêbûne û niha jî civak û malbat naxwazin ew li gel wan bijîn.

Piştî film hatin nîşandan, nivîskar û sînemakar Dr. Dilşad Mistefa li ser her du kurtefilman nihêrîn û rexneyên xwe anî ziman. Dilşad Mistefa got, “Niha sînema di destê jinan de ye, dikarin îşaret bi mexdûrbûna jinê bikin û êşa ku jin rojane dikişînin, bikin film.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ