Li ser ziman û lalbûna me Kurdan

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 20 Sibat 2022 - 22:12

  • Sibe 21’ê Sibatê ye. Rojek ji rojên xwedê ye. Lê bi temamî jî ne wilo ye. Ew roj, weke Roja  Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatiye ragihandin.

Sibe 21’ê Sibatê ye. Rojek ji rojên xwedê ye. Lê bi temamî jî ne wilo ye. Ew roj, weke Roja  Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatiye ragihandin. Ya ragihandî jî Neteweyên Yekbûyî ye. Ez ê meselê çendgêsinî nekim, lê axir ew ji bo rêza ji bo têkoşerên zimanê Bengalî li dijî desthilata Pakistanî ya beriya serxwebûna Bangladeşê hatiye tercîhkirin.

De ne, em Kurd jî xweş ji hal fêm dikin. Ji ber vî zimanî me çi dît û çi nedît. Esas ji ber me jî ya nebûyî hat serê zimanê me jî.

Bifikirin, mirovên ji exlaq û civakê bêpar rabûne û ji vî zimanî re gotine, ne ziman, ne medenî, bêkêr, paşvemayî. Gava mirov berê xwe didiyê, mêhtingeran ji bo Kurdan û Kurdistanê çi gotibe, heta îro ji bo Kurdiyê jî dibêjin.

Lê ya xuya ew e ku vî zimanî di vê zilmê de xwe li ser me kir, lê me Kurdan xwe li ser wî ne kir. Me Kurdan rêyên din ên nasnameyê ji xwe re çêkirin. Esas ew jî bi pirranî çelexwarî û kêm in. Bi her halî lal in. Çawa ku mirov çi Kurd û çi ji miletekî din be jî, gava bêziman bin, lal in. Kurd jî bêyî zimanê xwe, xwe bi çi îfade bikin jî ilehî lal in.

Gava mirov lal e, çêtir bi qedrê ziman dizane. Min serê xwe gelekî pê êşand, ka çima evên lal bi Tirkî xwe ewqasî li ser Kurdî dikin? Ew kesên ku dixwazin ew lal bimînin û yên ji ber filitî jî lal bibin, ez ji wan xweş fêm dikim. Ew dixwazin ew lal, esas xweşbêjên Tirkî bin, ne lal bin. Ne paşvemayî, ne nemedenî, ne bêkêr… Ew dixwazin me bikin insan! Ji bo wê jî divê pêşî em wî zimanê paşvemayî, nemedenî, bêkêr ji bîr bikin, lal bibin û bi zimanê ‘ne paşvemayî’, ‘ne nemedenî’, ‘ne bêkêr’ yanî bi Tirkî ji nû ve bi ziman bibin. Çi niyeteke pak e, ne wilo!

Ez ji wan fêm dikim, ez ji me fêm nakim. Bi niyeteke pak û durist, em doza vî zimanî dikin, lê em ji mêj lal bûne, hatine ser wê xeta ‘niyetpakiya’ mêhtingeran. Ji xwe re nasnamya xwe bi bingehên nezimanî ava dikin, weke ku ziman ne siyasî be, em xwe bi nasnameya siyasî digirin.

Ev tiştekî baş e ku mirov karibe li dijî mêhtingeriyê bi nasnameyeke siyasî û civakî jî li ber xwe bide. Lê ma gava em karin nasnameyeke siyasî bi pêş bixin, çawa dibe ku em fêm nekin li pişt siyaseta ziman a mêhtingeran çi heye û di encama bîreweriya xwe ya ji ber nasnameya siyasî û civakî, çawa em hişk xwe bi zimanê xwe ve nagirin?

Ev pirs bêguneh e! Ne ji bo sûcdarkirinê ye, esas rexneyek e û dixwaze fêm jî bike. Mirovên ku canê xwe didin di ber edaleta civakî û nasnameya xwe de ya ku êdî bi pirranî siyasî û civakî ye, çawa û çima dikarin beramberî zimanê xwe xemsar xuya bikin?

Ev ji ecêb û sosretê wêdetir e. Lê jixwe armanca siyasetên qirkirinê yên mêhtingeran bi pirranî afirandina van sosirmetên ji ecêbê û wêde ye.

Bi ya min êdî dema rexneyê bihurî. Kesê dikare nasnameyeke siyasî û civakî bike bingehê nasnameya xwe ya Kurdî, ji kesê ku vê nake, bîrewertir e. Heger wisa ye, heger ev kes di nava siyaset û civakê de li pêş û darîçav be, heqê her kesî ye ku jê bixwaze ku ‘beramberî Kurdî xemsar’ nebe yan jî qet nebe xemsar xuya neke.

Bi rasthatina 21’ê Sibatê, sibe li Zanîngeha Koyê, bi hevkariya zanîngehê û KNK’ê komxebateke li ser zimanê Kurdî heye û ez ê van fikrên xwe jî bi beşdaran re parve bikim. Bila ruhê şehîdên ku ji bo vî mafê herî rewa canê xwe feda kirin, ruhê Mamoste Ferhad Kemanger û hevrêyên wî şad be, ne keda wan û ne jî xwîna wan îro li erdê namîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.