Li ser penaberan ‘Afxan’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 25 Tebax 2021 - 04:39

Derhêner Ferman Narîn, êrişên nijadperest ên li dijî penaberên Efxan, bi navê "Afxan" kir belgefilm. 

Piştî ku Emerîkayê biryar da ji Efxanistanê vekişe, bi sedhezaran kes ji Efxanistanê koç kir. Efxanên ku ji ber şer koç dikin berê xwe didin Tirkiyeyê jî. Bi vê re êrişên nîjadperestên Tirk li dijî penaberên Efxan û yên din jî zêde bûn. Derhêner Ferman Narîn, belgefilma penaberên Efxan çêkir. Narîn, destnîşan kir ku armanca belgefilmê ew e ku hayjêhebûnê di nava civakê de çêke. 

Ferman Narîn got, gava xwendekar bû li Otogara Amedê tim leqayî penaberên Efxan dihat û vê yekê ew nerehet dikir. Wî got, wî çaxî wî dest bi amadekariyên belgefilmê kiriye û vê yekê wekî "berpirsiyariyeke wijdanî" dibîne. 

Wî anî ziman ku her kes êrişên nijadperest dibe ser penaberên Efxan. Ferman Narîn, da zanîn ku wî di belgefilmê de jêrenivîs bi kar neaniye, bes xwestiye zor û zehmtiyên penaberên Efxan nîşan bide: "Em li her kesa ji Efxanistanê tê, hema wekî tiştek nebûbe, mêze dikin. Ev ne rast e. Min tenê ji bo nerazîbûnê nîşanî vê rewşê bidim, ev belgefilm çêkir." 

Behsa nebûna sînoran

Ferman Narîn di dawiyê de bal kişand ser nebûna sînoran û got, "Li holê pirsgirêkeke wijdanî û pirr mezin heye. Lewma ez behsa vê nebûna sînoran, dikim. Ez li erdnîgariyên ku sînorên mezin li ser wan hatine danîn, balê dikişînim ser karesatên tên serê mirovan. Gava min bi wan re xeber da, ew qilqilandina li wan peyda dibû û têgîna sînor, bi min re qiyasnefsiyek çêdikir. Mirov dikarin ji ber şer birevin, ev mafê wan e. Niha li vî welatî gelek kes dixwazin biçin Ewrûpayê. Li vî welatî kesên dixwazin biçin Ewrûpayê û Efxanên dixwazin bên vira, di navbera wan de çi ferq heye? Ti ferq tine ye, her du jî eynî ne. Gava şagirtê Zanîngeha Mêrsînê bûm, di beşa me de gelek xwendekarên Sûriyeyî hebûn. Gava wan behsa rewşa xwe dikir, wan digot, 'herî zêde Kurd ji halê me fêm dikin.' Gava ji bo belgefilmê çûm, ji dil nêz bûn. Min xwest vê qiyasnefsiyê bidim der." 

MA/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.