Li ser manîpulasyonên yekdestdariyên kurewî

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 6 Adar 2023 - 04:29

Helbet parêzer hene û parêzer hene. Helbet bankevan hene û bankevan hene. Çawa ku di çîroka reşêlek û kevokê de “jin hene jinkok hene”. Ev li berhevgirtina “parêzer” û “parêzerê din”, “bankevan” û “bankevanê din” ne liberhevgirtineke bê guneh e. Jixwe, heger em di peywenda hilberîna hunerî ya navendên hegemoniya çandî li meseleyê binihêrin, manîpulasyonên êrişkar (agresîf) in. 

Xebera we ye, min ti çira û find pênexist û hûn di tariyê de hiştin. Halê hazir hilberînên dîtbarî yên weke film, rêzefilm, belgefilm di destên çend kesan de di asta global de ber bi yekdestdariyeke mutleq ve diçin. Ev yekdestdariya mutleq xwe disipêre derfetên fînansê yên global ber bi yekdestdariyê ve diçin. Yanî êdî li Meksîkayê jî Tirkiyeyê jî gelek hilberîner li destên van fînanskeran dinihêrin, ev fînanskerên di warê global de her diçe bêhtir dibin yekdestdar. Netflix, Amazon Prime, Sky hinek ji van dêwên global ên meydana hilberîna berhemên “entertainement”ê ne. Di vê peywendê de “entertainment” kêm û zêde hunerên ji bo “temaşe”yê û “kêfanînê” îfade dike.

Li vir pirsgirêk li aliyekî ew e ku li cihê cih, hilberîna hunerî ya xweser lawaz dibe, gelek produksiyon êdî berê xwe didin van dêwan, li aliyê din jî kontroleke navendî ya li ser naveroka van berhemên ji bo “entertainement”ê ye.

Em berhemên elaqedarî berxwedana civakî, hin berhemên li ser bûyer û qewmînên dîrokî ji perspektîfa insanî yan jî mexdûran jî dibînin. Lê esasê wan ji metropolên kapîtalîzmê ne, behsa wan û qehremanên wan dikin. 

Di nava vê koma berhemên ji bo temaşeyê de gelek hene ku malbatê pîroz dikin û di ser her tiştî re digirin. Peyam besît e, û pirraniyeke zêde ya mirovan jî bi awayekî jiberkirî pê re ne: Mirov dikarin ji bo malbata xwe her tiştî bikin. Ji mijarên krîmînal heta bi mijarên berxwedana li dijî hin neheqiyan, ji Skandînavyayê heta bi Emerîka Latîn em berheman dibînin ku vê peyamê didin.

Vêca ez li meseleya destpêkê vegerim; di nava koma berheman de gelek hene ku qehremanekî wan heye, ew qehreman li metropoleke kapîtalîzmê ye. Ew qehreman, sermeselê, erê parêzer e, lê ne ji wan parêzeran e - weke nimûne Goliath a Amazonê û Suits a USA Networkê -! Gelekên din ên li ser bankevan, siyasetvan, şêwirmendên fînansê jî hene ku bi heman rengî hatine avakirin. Eynî weke formata Reşêlek û kevokê û meseleya “jin heye û jinkok heye”, li vir mesele ne hesabpirsîneke ji sîstema heyî ye, esas mesele rewakirina cihekî din ji bo hin aktorên di nava sîstemê de ye. Li vir qebûlên giştî xwe xef nakin: Civak hez ji parêzeran, bankevanan û yên din nake. Tevî ku karmendên besît ên van sektoran çîna navîn li gelek welatan pêk tînin, di asta rêveberiyê û hin mutexesisiyan de ew ji jora çîna navîn in û di hin rewşan de jî dibin beşek ji elîtên rêveber. 

Qehremanên van hilberînên yekdestdariyên “entertainementê”, bi van berheman esas peyamekê didin û bi wê peyamê dibêjin, temam filan xirab e, lê yek ji wê filanê heye, baş e. Ew ne tenê baş e, ew serketî ye û dikare tiştan ber bi başî ve biguherîne. Ez nizanim ka hûn jî bi wê nazikiya vê manîpulasyonê hisiyan yan na, lê têra xwe serketî ye. Çawa ku esas bi peyama “jin heye jinkok heye” cihê jinê di nava civakê de nakeve ber lêpirsînê û esas tê gotin, jinên çêtir hene ku vê miameleyê heq nakin, lê sîstem bi xwe rewa tê qebûlkirin, di van hilberînên postmodern ên yekdestariyên sektora entertainementê de em heman peyama rewakirina sîstema heyî ya siyasî û malî ya global a kapîtalîst dibînin. Helbet qederên li navendên sîstemê jî muhimtir in ji qederên xelkê din. Ji ber wê jî em pirraniya caran qehremanên wan li metropolên kapîtalîzmê dibînin.      

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.