Li ser çopê hatibû dîtin!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:31

  • Ev resm ango gravûrê hanê ku beriya çend salan li ser çopê hate dîtin bi lêkolîna zanyarên di vî warî de eşkere bû ku ya Albrecht Durer e. Albrecht Durer hunermendekî Elmanî yê serdema ronesansê bû.

Piştî ku diyar bû ev gravûr ê bi navê “Şovalye, Mirin û Şeytan” (1513) ê Albrecht Durer e, bihaya wî jî derket holê. Yanî ew bi 26 hezar 500 poundî hete firotin. Mat Winter gava 11 salî bû vî gravûrê li ser çopê dibîne û piştî 13 salan fêr dibe ku ev gravûr ê hunermendekî navdar e.
Albrecht Durer ji bilî şêwekarîyê her wiha di warê bîrkariyê de jî navdar bû. Ew li Nurnbergê hatiye dinê û di resmên wî de bêhtir fîgûrên olî li pêş in. Her wiha wî gelek portre û otoportreyan jî çêkiriye. Li gel xebatên wî yên ku wî weke tablo çêkirine her wiha xebatên wî yên di warê gravûrê de jî navdar in. Wî li ser plakên sifir gelek gravûr çêkirine. LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.