Li ser arşîva xelkê çend hizir

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 5 Tîrmeh 2021 - 05:07

Karê arşîvê karekî wiha ye ku ji ber amadekirin û armanca amadekirina wê, mirov hîna nû dikare bi fonksiyona wê bihise. Yanî her karê çêkirina arşîvê ne heman karê çêkirina arşîvê ye. Bi gotineke amî, "arşîv zane". 

Ji ber ku hinekî jê fêm dikim, gava li meselê dinihêrim, timî wêjeya devkî û hunerên devkî tên bîra min û ew li bîra min ez bi meselê dadikevim. Ji ber wê gelek caran bivênevê li Benedict Anderson difikirim*. Wî bi awayekî gelekî besîtkirî û bi ya min têra xwe jî bipirsgirêk, "folklor" weke kewarekê bi nav dikir, û digot, di çarçoveya çêkirina netewe de - jixwe teza wî ya sereke ew e ku netewe jî weke her rengê civakê, texeyulkirî ye - ji çêkerên netewe re kengî tiştek bi kêr hat ji wê kewarê derdixe û bi kar tîne. 

Ez ê li vir bi erê û nayên vê hizrê danekevim, min berê ev kiriye. Lê li elaqeya wê bi arşîvê re û hizr û fikara xwe ya destpêkê ez ê deynim. Li vir em dibînin ku kewar - yan jî arşîv - esas ji bo "bikaranînê" ye. Heger wisa ye, naxwe bi serê xwe arşîv tiştekî pasîf e, ne çalak e. Bi ti awayî kirde nîne. Bi serê xwe tesîrê nake. 

Gelo bi awayekî mutleq ev wisa ye? Bersiv zehmet e, lê bi awayekî giştî ev wiha ye. 

Naxwe, tesîra arşîvê esas bi rêya kirdeyên arşîv çêkirî, sêwirandî û awayê parastin û bikaranîna wê diyar dike. Yanî arşîvên raporên li ser Kurdan ên li Fermandariya Giştî ya Dewleta Tirk li Enqerê, heger eşkere bibin, wê bi kirdeyên bi wan dakevin, tesîra xwe diyar bikin. Lê halê hazir kirdeyên ew çêkirî, îro wan diparêzin û bi kar tînin, tesîra wê arşîvê diyar dikin. Bi serê xwe başbûn û xirabbûna arşîvê ji bo civakeke diyar jî bi vê yekê zelûl dibe. 
Em ji vê mînake hişk berê xwe bidin hin nimûneyên nermtir. Yanî ne tenê li arşîvên aktorên mezin ên weke dewletan binihêrin. Ka em berê xwe bidin projeyên kitêban ku ji bo wan arşîvên taybet û piçûk tên bikaranîn.

Hevalekî min, behsa projeyeke qeydkirina deng û dîmenên muzîkjenên li Anatoliyê kir. Wî got, li kîjan înstrumanê çawa tê lêxistin, ev hatiye belgekirin. Lê ev belgekirin ne ku ji bo bi kêra muzîkjen û hosteyên amûrên muzîkê bê hatiye kirin, berevajî vê, ji bo ku bi kêra komponîstên cîhana rojavayê ya modern bê, ev proje hatiye kirin.

Em bi vê nimûneyê jî eşkere dibînin, armanca amadekirina arşîvekê, awayê parastina wê û awayê bikaranîna wê - li komeke diyar vekirî, li her kesî vekirî, taybet, giştî û wekî din - tesîra wê diyar dikin.

Ji bo her civakê pêdiviya bi arşîvê heye ji ber sedemên cihê. Parastina zanînê û veguhestina wê ji bo hebûn û xwebûna civakan heyatî ye. Ji ber wê jî em her diçe awayên komplekstir û tevlîhevtir ên arşîvkirinê dibînin. Di astên cihê yên civakeke diyar de li qonaxên cihê çêkirina arşîvên cihê jî timî xwe dide der. Alternatîfa muzeyên xelkê ku nexasim li Rojavayê Kurdistanê - bi pirranî etnografîk in - belav in, nîşan dide ka çawa ev dikare li derveyî saziyên bi rengekî ji rengan bi desthilatê bûyî jî bê bipêşxistin. Ji bo arşîvên deng, dîmen û maddî yên din nimûneyên dûrî desthilateke navendî û nêzîkî xelkê wê reng û şemala belav a arşîvê û arşîvkirinê jî biguhere. Rojava ji bo vê dikare bibe meydaneke fereh û azad. Ji bo silametiya vî karî jî, ji bo xelkê bi giştî dersên awayê parastin û belgekirinê bên amadekirin, ev kesên van karan dikin wê karibin hem materyalên di destê xwe de baştir mihafeze bikin, hem çêtir bisinifînin û hem jî çêtir li xelkê vekin.  

* Ez behsa berhema wî ya bi navê „Imagened Communities: Reflection on the Origin and Spread of Nationalism“, dikim, Çapa yekê 1983 ji weşanên Verso bû. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.