MELE ELÎ SPÊRTÎ

Jin û mafê jinan! Di zarê kurdî de navê du regezên mirovan hene, yek nêr û yek mê. Ji mirovên regeza wan nêr re zilam û mêr tê gotin. Wateya peyva zilam rût bêgirêdan û wateya peyva mêr mirin, yê karê mirinê pêk tîne. Regeza mê jî du nav hene, jin wateya wê jîn, jiyan; yanî çêkerê jîn û jiyanê. Navê din afred, wateya wê jî afirandin e; yanî afirîner. Çaxê em berê xwe didîn dîroka mirovahiyê, di despêka mirovahiyê de jin afirîner e, çînder e û kedîker e. Heger di hêla civakî de em berê xwe bidinê, jin mak e, ser revî ye û bingehê xêzan û malbatê ye. Heger em di hêla baweriyê de lê binihêrîn, jin pîroz e û xwedawend e. Ev rewş demek dirêj didome. Nîşaneyên vê têgehê niha jî bi keda lêkolînerên erdkolk derdikeve holê. Lewra pirraniya peykerên ji binê erdê tên derxistin yên jinan e.

Piştî peydabûna çînan û sazbûna rêbaza koledarî, êdî zilam bûn serdest û jin bi taybet di Rojhelata Navîn de weke koleyan û pertalan hatin bikaranîn. Dîsa dema hindekê zanîst bi pêş ket, mirovan xwest hevsengiyekê di nava mirovan de çêkin. Lê belê zanista wan negiha wê astê ku bikare her du regezên mirovan wek hev, di hemû hêlan de bidadmendî bide jiyan.
Di dewra pêxemberan de jî  ji bo vê hewildanek çêbû, lê ji ber ku pêxember hemû ji yek regezê bûn, asta yeksaneyê pêk nehat. Belê di dewra pêxemberan de jinan risteke xwe ya berçav hebû. Mînak, Bona dayîka Îbrahîm, Hacera dayîka Îsmaîl, Eraxa dayîka Mûsa, Asya hevjîna firewn, Meryema dayîka Îsa... selat û silav li ser wan bin. 

Bi taybetî di şoreşa Îslamê de jinan risteke girîng heye. Weke hezreta Xedîce di despêka pêxemberiya Hz. Muhemed (ss) de arîkariyeke pirr mezin a heyberî, rewanî û parastinê dayê. Dîsa Xedîce keça Xuweylid, ew derfet dayê ku bikaribe demeke dirêj di şikeftika Hîrayê de li ser rewşa civaka Ereb, Rojhilata Navîn û Dinyayê bihizire û xwe di zanistê de têgihiştî bike. Wekî din, di şoreşa Îslamê de piştî diyarkirina pêxemberiyê, kesa despêkê bawerî anî jin e û Xedîca keça Xweylid e. Yekemîn şehîda doza Îslamê jî jin e û navê wê Sumeya dayîka Emr e. Vê jinê ligel malbata xwe berxwedaneke bêhempa kiriye heta di azardanê de gihan pileya pakrewaniyê.

Şoreşa Îslamê li gor merc û dîroka wî çaxî ya Rojhilata Navîn, nexasim çand û toreya gelê Ereb, rûmeteke mezin daye jinê. Lewra gava Muhemed (ss) dest bi têkoşîna doza Îslamê kirî, jin di nîvgirava Erebî de weke birrên pez li holan dihatin kirrîn û firotin. Mafê wan ê bibin mîratexwer tinebû û di nava malbat û êlan de mafê wan ê nihêrîna xwe bibêjin û bibin xwidan ray tinebû. Rewşa keçên wan gihabû asteke wisan, hindekan ji wan keçên xwe zindî binax dikirin. Ha Îslamê ew kirrîn û firotina jinan qedexe kir. Lewra Yezdanê pak dibêje, "men bae hurren feekele semenuha ena xesmiho yewmel qiyametî" yanî "kesê jinek azad bifiroşe û heqê wê bixwe, roja rabûnê ez neyarê wî me". Dîsa ji pirr hevjîniyê re tuxûbek daniye. Çaxê kesek bibûya Misilman û ji çar jinan zêdetir hevjînên wî hebûna, neçar bû wan azad bike. Wekî din du sûretên Qurana pîroz yên mezin bi navê jinan in.
H. Muhemed (ss) di fermodên xwe de dibêje: "Behişt di bin lingê dayikan de ye." Wekî din di hedîseke xwe de dibêje: "Kesê sê keçan, du keçan heta keçekê azad xwidan bike, ew di behiştê de hevalê min e." 

Niha jî xweşbextane şoreşa gelê Kurdistanê berdewamî daye azadkirina jinê û berfireh kiriye. Heta navê şoreşa gelê Kurd yê duyemîn bûye Şoreşa Jinê. Ev di kardariyê de jî dixuye. Lewra jin bi serê xwe rêxistina xwe saz dikin û artêşa xwe ava dikin. Baweriyek wisan dane gelê xwe û em jî bawer dikin ku ev jinên şoreşger xwe û hemû mêrên Kurd jî azad bikin. Nexasim jinên Kurdan ên şoreşger serkêşiya tevayî jinên cîhanê dê bikin. Bi taybetî di Rojhilata Navîn de dê bibin sembola jinên azad. Bi hêviya desketiyên mezin, em 8'ê Adarê li tevahiya jinên dinyayê, jinên Rojhilata Navîn, jinên Kurdistanê û nexasim li rêberê xwe û keçên şoreşger pîroz dikin.