Li geliyê Solaxê yê ser bi Şengalê bi şahiyekê, cejna Çarşema Serê Salê hate pîrozkirin. 

Li gorî baweriya Êzîdiyan 7’ê Nîsanê cejna Feqîra ya li gorî salnameya kevn e. 14’ê Nîsanê jî li gorî babê Şêx serê salê ye.


Cejna Çarşema Sor ji bo Êzîdiyan cejna herî naskirî ye. Her sal di yekemîn Çarşema meha Nîsanê de li gorî salnameya kevin tê pîrozkirin. Yanî pîrozbahiyên mezin ên Çarşema Sor wê çarşema pêşî ya piştî 14'1e Nîsanê pêk werin. Li gorî baweriya Êzîdiyan Xwedê her sal melekekê rê dike rûyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav mirovan ji holê rake û başî û xweşiyê di nav mirovan de belav bike.

Her wiha li gorî baweriya Êzîdiyan di meha Nîsanê de nabe kes bizewice, ev jî rêzgirtin ji meha Nîsanê re ye.

ŞENGAL