- Di çarçoveya rêzeşevbihêrkên hunerî yên ku Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê li gund û bajarokên kantonê dest pê kirine de, desteyê şevbihêrkeke hunerî li kampa Berxwedan a koçberên Efrînê organîze kir.
Di şevbihêrkê de rêveberê desteyê Henan Mihemed diyar kir ku berxwedan bi hemû awayên xwe didome û got: "Parastina çandê beşek ji têkbirina planên dijmin e."
Piştre komên beşdar govend û stranên folklorî pêşkêş kirin.
Çalakiyên şevbihêrkan ew ê li gundên din dewam bikin. ANHA/ŞEHBA