Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê projeyeke çandiniyê li gundê Taana yê bajarokê Fafînê li navçeya Ehdasê bi rûbera 12 hektaran ava kir. Karkeran bacanên sor, bacanên reş, îsot, kundir, xiyar û hwd çandin û niha diçinin da ku teşwîq bikin.
Di vê projeyê de nêzî 50 karkerên ku piraniya wan ji bajarê Efrînê ne, kar dikin. Komîteya Çandiniyê bi armanca piştgiriya şêniyan ev gav avêt.
Derfetên kar peyda dikin
Endama Komîteya Çandiniyê û berpirsa projeyê Îman Hisên got: “Proje ji nêzî 3 mehan ve destpê kiriye û em gelek cure ji sebzeyan diçînin ku hem pêdiviyên sûkê û hem jî derfetên kar ji gel re peyda bikin. Ev gav destpêka pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê ji aliyê çandiniyê ve ye. Bi rêya wê hilberînên çandiniyê dê li sûkê peyda bibin. Plansaziya me heye û em hewl didin gelek projeyan bi pêş bixin.”
ANHA/ŞEHBA