Yekîtiya Rewşenbîran a Efrînê ragihand ku Pêşbirka Wêjeyê ya Ciwanan a Şehîd Gerzan dane destpêkirin.
Pêşbirka yekemîn bi beşdariya 50 ciwanan dest pê kir.
Her wiha dema wergirtina berhemên beşdaran heta 9’ê Îlona 2020’an wê dewam bike.
Şertên beşdariya pêşbirkê jî ev in;
- Divê temenê beşdaran di navbera 16 heta 35’an de be.
- Divê  berhem ji berhemên wêjeyî; helbest, pexşan, çîrok, gotar û şano bin.
- Divê berhem ên beşdaran bi xwe bin.
- Berhem bi zimanên Erebî û Kurdî tên qebûlkirin.
- Divê berhem bi şiklê dosyaya word be.
- Divê berhem berê nehatibin weşandin.
- Mafên çapkirin û weşandina van berheman yê yekîtiyê ne.
Armanca pêşbirkê avakirina derfetan ji bo ciwanan e, ji bo ku ciwan berhemên xwe derxin û beşdar bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN