Xwendekarên herêma Efrînê di warê perwerdeyê de gelek zehmetiyan dikişînin. Yek ji van zehmetiyan jî kêmbûna hejmara pirtûkan û bendên kontrolê yên hêzên hikûmeta Şamê ne ku nehêlin pirtûkên dersê bigihêjin kantonê.
Rêveberiya Xweser a Efrînê û Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe alîkarî dikin bi penaberan re. Ew pêwîstiyên perwerdeyê dabîn dikin. Lê xemsariya rêxistinên mirovî ya li hemberî koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê rewşê aloz dike, ya ku vê aloziyê girantir dike bendên kontrolê yên hikûmeta Şamê ne, lewma ew nahêlin pirtûkên dibistanan bikevin kantona Şehbayê.
Li ser mijarê endama rêveber a Peymangeha Amara ya kantona Efrînê, Medya Birîm got: "Beriya sala nû ya perwerdeyê dest pê bike, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk kadroyên xwe yên perwerdekirinê ji bo perwerdekirina qederê 15 hezar xwendekaran bi zimanên erebî û Kurdî amade kirin."
Medya destnîşan ki kur tevî ku Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê û Heyva Sor a Kurd alîkar û pêwîstiyên perwerdeyê peyda kirin, ji restorekirina dibistanan û kursiyan, lê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk hîna gelek astengiyan dikişînin. Yek ji wan kêmbûna pirtûkan, ji ber ambargoya hikûmeta Şamê, kitêb nagihêjin kantonê."
Medya di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî, Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û hikûmeta Şamê kir da ku alîkariyê pêşkêşî xwendekarên koçber bikin, ambargoya li ser herêmê rakin.
Mamosteyê bîrkariyê yê li dibistana Kampa Serdemê Îzet Hebeş jî got: "Ji ber ku pirtûk tine ne, em neçar in ku agahî û têbiniyan li ser texte binîvisînin, lê ev rêbaz jî dike ku temamkirina materyalên perwerdeyê li gorî dema hatiye diyarkirin zehmet bibe. Her wiha ji bo xwendekaran jî zehmet dibe ku hemû agahiyan binivîsin."
ANHA/ŞEHBA