Li kolanên bajarê Reqayê ji ber kişkên li ser peyarêyan zehmetiya çûn û hatinê heye û di vî warî de Şaredariya Gel a bajêr diyar kir ku di nava çend rojên bê de wê vê pirsgirêkê çareser bike. 

Dema ku mirov li kolên Reqayê dimeşe, çi bi meşê be çi jî bi erebeyan be zehmet e ku mirov cihekî di nava qerbalixê û erebeyan de peyda bike, nexasim li konên sereke û di demên zor de, sedema vê yekê jî ji ber qerbalixa trafîkê ye.  

Tevgera trafîkê ya çalak, nîşaneya geşkirin, hebûna aboriyeke baş û derfetên kar e, her ku tevgera trafîkê zêde dibe isbat dike. Li peyarêyên Reqayê kişkên firoşkaran zêde ye û ev yek jî dihêle liv û tevgera kesan a li ser peyarêyan dijwar be û ew jî neçar dimînin ku li naverasta rê bimeşin.

Têkildarî vê aloziyê endamê rêveber ê Rêveberiya Zabîteya Giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê Abduselam Elî got: "Têkildarî kişkên li ser peyarêyan, li bazarên gelerî û li kolanên Reqayê, niha şaredarî bazaran rêxistin dike û dê dûvre xebata kişkan jî rêxistin bike."

Endamê rêveber ê Rêveberiya Navenda Trafîkê ya Reqayê Enes Mihemed Elî jî dibêje, ji ber ku şifêr pabendiyê bi pîvanên trafîkê nakin û deverên ku hatine veqetandin bi kar naynin ev pirsgirêk derketiye holê. Ji bo erebayan geracek li nêzî sûka Hal a berê çêkirine.

ANHA/REQA